37 baroyan bertek nîşanî desteserkirinê dan: Darbeya li dijî demokrasiyê ye

37 baroyan li dijî desteserkirina li Esenyûrtê daxuyanî dan û diyar kirin ev yek nenaskirina hiqûqê û derbeya li demokrasiyê ye.

37 baroyan piştî biryara girtinê ya Şaredarê Esenyûrta Stenbolê Prof. Dr. Ahmet Ozer û xespkirina şaredariyê daxuyanî da û got “Qeyûm darbe ye.”

Di daxuyaniya nivîskî de ev yek hatin gotin: “Ji ber meqamê ku temsîl dike, tevî ku dikare li ser vexwendinê here û îfadeya xwe bide biçavkirina wî û tevî ku gumana reşkirina delîlan û revê jî tune ye biryara girtinê, tedbîrên bêhed ên ewlehiyê ne û derhiqûqî ne. Awayê lêpirsînê û kiryarên derbarê vê mijarê de bi awayekî eşkere li dijî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye endamê wan e û Destûra Bingehîn e. Lêgerîn, binçavkirin û kiryarên girtinê xalên 2, 19, 20, 127 û 138’emîn ên Destûra Bingehîn binpê kirine.”

Di dewama daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: “Mafê hilbijartinê hêmana herî giring a demokrasiyê ye. Di encama bikaranîna vê mafê de îradeya gel derdikeve holê. Lê belê tayînkirina qeyûman li ser îradeya gel, ji hêla nirxên demokratîk ve tê wateya binpêkirineke mezin. Polîtîkaya Qeyûman bi awayekî eşkere li dijî rêgeza dewleta hiqûqî ya demokratîk û demokrasiya xwecihî ye. Tevî ku zerarên polîtîka qeyûman dayî demokrasiya Tirkiyeyê hêj di bîra me de ne, careke din hijbijartina vê rêyê nayê qebûlkirin. Em wek baro dibêjin ku tedbîra girtinê ya li dijî Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer kiryareke bêhed e. Ji ber vê yekê em bang dikin ku ev pêvajoya hiqûqî divê bi berçavgirtina qaîdeyên darizandina adilane û mafê reşnekirinê were birêvebirin û dawî li biryara qeyûmê bê anîn.”

BAROYÊN BEŞDAR

Baroyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:

“Baroya Afyonkarahîsarê, Baroya Antalyayê, Baroya Erdexanê, Baroya Çanakkaleyê,  Baroya Dîlokê, Baroya Colemêrgê, Baroya Xetayê, Baroya Îdirê, Baroya Mûxlayê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Stenbolê, Baroya Edeneyê, Baroya Semsûrê, Baroya Amedê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mêrsînê, Baroya Agiriyê, Baroya Balıkesîrê, Baroya Êlihê, Baroya Îzmîrê, Baroya Qersê, Baroya Bûrdûrê, Baroya Kirklareliyê, Baroya Bûrsayê, Baroya Kocaeliyê, Baroya Denizliyê, Baroya Manîsayê, Baroya Çewligê, Baroya Bedlîsê,  Baroya Mereşê, Baroya Tekirdaxê, Baroya Ûşakê,  Baroya Wanê, Baroya Zonguldakê.”