NY’ê hişyariya birçîbûnê kir: Rewşa Xeze, Sûdan û Sûdana Başûr xetere ye

Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) pêşbînî dikin ku di navbera Mijdara 2024 û Gulana 2025an de asta birçîbûnê li seranserê cîhanê zêde bibe.

Di raporê Xeze, Sûdan, Sûdana Başûr, Malî û Haîtiyê weke herêmên “herî krîtîk” hat destnîşankirin û daxuyand ku sedemên bingehîn ê van krîzan pevçûn, şîdet û kresatên xwezayî ne. Rapor her wiha hişyar dike ku bi hezaran mirovên ku ji ber pevçûnan ji cihê xwe bûne bi birçîbûnê re rû bi rû ne. 

Tê payîn ku bi taybet li Xezeyê, ji ber pevçûnan ji sedî 41 nifûsa wê bi asteke “lezgîn” rastî birçîbûnê were û ji sedî 16 wê jî bigihêje asta “karesatê”. Di nîvê meha Cotmehê de 1.9 milyon kes, bi gotineke din ji sedî 91 nifûsa Xezeyê ji cihê xwe bibû. Li Sûdan û Sûdana Başûr jî kesên ji cihê xwe bûne bi talûkeya birçîbûnê re têdikoşin û tê texmînkirin ku ev rêje li sala borî li Sûdana Başûr wê du qat din zêde bibe. 

Guhernebariya aborî, şîdeta çekdarî û şert û mercên hewayî yên derasayî, li Haîtî û Maliyê krîza birçîbûnê mezintir dikin. 

NY’ê destnîaşn kir ku şîdet û guherbariya avhewayê li van welatan bandorên xirab li ser çavkaniyên debarê dikin. FAO û WFP’ê bal dikişînin ser hewcedariya çalakiyên alîkariya lezgîn û banga hevkariyê li civaka navneteweyî kir.