Êşkence li kesên ku li Herekolê hatin binçavkirin kirin

Hat hînbûn ku kesên di operasyona artêşa Tirk a li Herekolê de hatin binçavkirin rastî êşkenceyê hatine.

24 kesên ku piştî operasyona dewleta Tirk a dagirker a di 28’ê Cotmehê de li ser Çiyayê Çemêkarê ya herêma Herekol a Sêrtê hatin binçavkirin, îfadeyên wan a li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê bi dawî bû. Tê payîn ku kesên hatin binçavkirin sibê derxin edliyeyê.

Ji binçavkiriyan pirsên weke: “Hûn çima hatin zozanan?”, “Hûn bi sewalkariyê re mijûl dibin?”, “We alîkarî kir?”, “Têkiliya we bi wan re heye?” kirin û êşkence li binçavkiriyan kirine.

Ji binçavkiriyan Recep Kipçak û Îlhan Tekînalp ên bi îdiya ku gerîlayên HPG'ê hatin binçavkirin, malbatên wan hatin Sêrtê. Hat diyarkirin ku malbata Kipçak ji Wanê û malbata Tekînalp jî ji Colemêrgê hatine.

Hat hînbûn ku Kipçak û Tekînalp dema hatine binçavkirin êşkence li wan hatiye kirin.