Milîsên jin li Wan û Geverê li navendên dagirkeriyê xistin

Milîsên Jin ên Agir û Rojê diyar kirin ku bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin li avahiya polîsan a Wanê û qereqola Esentepeyê ya Geverê xistine.

Milîsên Jinên Agir û Rojê ragihandin ku bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin li Kevenlî TOKÎ’ya Wanê avahiyeke ku polîsên Tirk lê dimînin û qereqola polîsan a li taxa Esentepeya navçeya Gevera Colemêrgê hedef girtine.

Di daxuyaniya nivîskî de têkildarî çalakiya li Wanê ev tişt hatin gotin:

“Li Kevenlî TOKÎ’ya Wanê avahiyek ji aliyê yekîneyên me ve hatiye kontrolkirin û di encama vê çavdêriyê de hat tespîtkirin ku li vê avahiya bi tedbîrên mezin ên ewlehiyê tê parastin çawîşên pispor û polîsên operasyona taybet dimînin. Li ser vê yekê yekîneyeke me ya li qadê şeva 17’ê Cotmehê saet 23.00’an bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin li dijmin xist.

Piştî çalakiyê dijminî qada bûyerê bi armanca dabînkirina ewlehiyê xistiye bin dorpêçeke giran. Li ser vê yekê yekîneyên me taktîkên nû pêş xistine û bi çalakiyeke duyemîn bi teqemeniyên bi destan çêkirî û fîşekên hewayî bi awayekî serketî li dewriyeya dijminî xistine û xwe gihandine herêmên xwe yên ewle.”

Têkildarî çalakiyên li Geverê jî ev yek hate gotin: “Şeva 19’ê Cotmehê li taxa Esentepeya Geverê, yekîneyên me bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin  ji 2 milan ve li dijî qereqola polîsên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di encamê de jeneratora hundirê qereqolê xisareke mezin dît.

Polîsên dagirker ên ku nikarîbûn ji qereqolê derkevin, ji megafonên wesayîtên zirxî gef li gelê taxê xwarin.

Axaftina Rêber APO ya ji bo ciwan û jinan ji minareya mizgefta taxa Cumhuriyetê li gelê taxê hat guhdarîkirin. Gelê me derket ser pencere û şaneşînan û bi tilîliyan piştgirî da çalakiya me.

Li du noqteyên cuda yên nêzî navenda sûkê amûrên dengî hatin danîn û nêzî du saetan axaftina Rêber APO li gelê Geverê dan guhdarîkirin. Ciwanên Geverê yên li navenda sûkê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ piştgirî dan çalakiya me.”