KCDK-E: Em ê bi ruhê berxwedanê xwedî li Rojava û Kobanê derkevin
KCDK-E’yê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û bang li her kesê kir ku li dora Rêber Apo berxwedanê mezin bikin û xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin.
KCDK-E’yê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û bang li her kesê kir ku li dora Rêber Apo berxwedanê mezin bikin û xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniiyên li Ewropayê bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku beriya 10 salan bi berxwedana destanî ya 133 rojan artêşa kujer û tecawîzkar a DAÎŞ’ê li Kobanê têk çû û wiha got: “Ne tenê DAÎŞ, dewleta Tirk a qirker jî ku piştgirî dida têk çû. Çeteyên DAÎŞ’ê ku hêzên cîhanê mezin kirin û kirin belayê gelên cîhanê, bi berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya jinan a ji aliyê Rêber Apo ve hat zexkirin, hate têkbirin. Yên ku hêviyên xwe bi van çeteyan girêdan bi taybet dewleta Tirk a dagirker negihiştin mexsedê xwe.”
GELÊ KURD RÛMETA MIROVAHIYÊ PARAST
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Jin û ciwanên Kurd li Kobanê li dijî rêxistina terorê ya DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin kirin. Ev berxwedan weke berxwedana parastina rûmeta mirovahiyê û mirovahiya azad kete dîrokê. Berxwedana Kobanê berxwedaneke ku destanên qehremaniyê têde hatin nivîsandin û wêrektiyeke sermirovî hate raberkirin e. Em weke KCDK-E’yê her kesên ku tevlî berxwedana azadî û wekheviyê Kobanê bûn ku ji bo mirovahiyê bû hêvî, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
Berxwedana Kobanê ku cîhan şahidî kir û 133 roj berdewam kir, nîşan da ku DAÎŞ’ê ku dihat gotin têk naçe, çawa têk çû. Ev berxwedan bû destpêka têkçûna DAÎŞ’ê û herikîna dîrokê bi vê serkeftinê re guherî. Ji ber vê sedemê bi banga şoreşger, demokrat, ekolojîst, jin, tevgerên aştiyê, rewşenbîr, nivîskar, xwediyên Xelata Aştiya Nobelê, akademîsten, rêxistinên girseyî yên demokratîk 1’ê Mijdarê weke Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanî hate îlankirin. Em di 1’ê Mijdarê de gelên ku li çar aliyên cîhanê bi ruhê enternasyonalîst ji bo xwedîlêderketina berxwedana Kobanê û mezinkirina piştevaniyê rabûne ser piyan silav dikin û 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya bi Kobanê re pîroz dikin.
PÊŞBÎNIYA RÊBER APO BI SER KET, XIYALÊN DEWETA TIRK TÊK ÇÛN
Pêşbiniyên Rêber Apo li hemberî hemû dijminatiyên hêzên mêtînger rola formula çareseriyê lîst û ji bo hemû bindest, yên têne tunehesibandin, jin û gelên têkoşer bû moral û hêviyeke mezin. Xeyalên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya cîranbûna bi DAÎŞ’ê re têk çû. Ji ber vê yekê dîktator Erdogan ji sala 2014’an ve ku Kobanê rizgar bû, heta îro bi hestê tolhildanê bi êrîşên xwe yên li ser gelê Kurd û nirxên wan û kûrkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, komkujî û dagirkeriya li Kurdistanê dixe rewşeke bêperwa û dixwaze encamê bigire.”
Berxwedana ku gelê Kurd û dostên wan pêş xistî, hem polîtîkayên qirêj ên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’yê pûç kirine hem jî krîzên civakî, sîyasî, ekonomîk û dîplomatîk kûrtir kirine. Ji ber vê yekê em dikarin di 10emîn salvegera rizgariya Kurdistan, Rojava û Kobaniyê de bi xwedîlêderketineke mezintir rê li ber polîtîkayên dagirkerî û qetlîama Tirkiyeyê bigirin û jiyaneke azad, wekhev û hevpar ava bikin.
Xwedîlêderketina berxwedana Kobanê û parastina Şoreşa Rojavayê parastina Kurdistanê ye. Bi vê hişmendiyê em bang hemû gelê xwe û mirovahiyê dikin ku bi awayekî girseyî 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê pîroz bikin.
Em wek KCDK-E, bi ruhê berxwedana Kobanê, 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê careke din pîroz dikin û em bang gelê xwe, rewşenbîr, hunermend û dostên xwe, hêzên demokrasiyê û hemû kesên alîgirê demokrasiyê dikin ku bi ruheke enternasyonal berxwedanê mezin bikin; li dor fikrên Rêber Apo têkoşînê mezin bikin û xwedî li Kurdistan, Rojava û Kobanê derkevin.”