Li Parîsê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Cotmehê li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê bi çalakiyeke hatin bîranîn.
Şehîdên Meha Cotmehê li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê bi çalakiyeke hatin bîranîn.
Li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê Şehîdên Meha Cotmehê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Jinê ya Şehîd Evîn Goyî hatin bîranîn. Malbatên şervanên azadiyê yên di Meha Cotmehê de şehîd bûn û gelek welatparêzên Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.
Çalakiya bîranînê di şexsê şehîd Bêrîtan, Arîn Mîrkan, Rûken Bîngol, Şara Savuşka Bozan, Asya Alî, Rojger Hêlîn de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Cotmehê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre malbatên Şehîd Rêwan Çinar, Rûken Bîngol, Süleyman Seyhan ve Sara Savuşka Bozan mafê axaftinê girtin û li ser şehîdan axivîn.
Bi taybetî bal kişandin ser çalakiya Asya Alî û Rojger Hêlîn ên li Enqereyê çalakiya fedaî kirin û hate destnîşankirin ku divê rast nêazî rastiya şehîdan bibin.
Çalakiya bîranînê bi pêşandina sînevîzyona li ser têkoşîna Şehîdên Meha Cotmehê dewam kir. Herî dawî li ser wesyeta şehîd Bêrîtan helaw hat belavkirin.