Bajarokê Qehtaniye û gundê Xatûniyê hatin rizgarkirin
Şervanên Xezeba Firatê piştî şerê 48 seatan bajarokê Qehtaniye û gundê Xatûniyê ji çeteyan rizgar kirin.
Şervanên Xezeba Firatê piştî şerê 48 seatan bajarokê Qehtaniye û gundê Xatûniyê ji çeteyan rizgar kirin.
Pêngava 4′emîn a Xezeba Firatê berdewam e. Şervanên QSD′ê bajaroka Qehtaniyê ya dikeve bakurê rojavayê Reqayê û gundê Xatuniyê ku beriya du rojan hatibûn dorpêçkirin, îro berêvarî rizgar kirin.
Di saetên sibehê de li gundê Xatûniyê şerekî dijwar rûda û hat diyarkirin ku gelek çete hatine kuştin, lê hejmara wan nehat zelalkirin.
Şervanan li bajaroka Qehtaniyê û gundê Xatûniyê yên rizgarbûyî, dest bi xebata lêgerîn û paqijkirina mayînan kirin
Pêşveçûna şervanan didome û gundên ″Ednaniyê, Bîr Haşim, Yarûb, Rabîa, Segûra, Ebû Sûs″ dorpêçkirin.