Ji bo sivîlên ji Reqayê banga alîkariyê hate kirin
Ji bo şêniyên Reqayê yên ji zilma DAIŞ'ê reviyane û xwe li Minbicê girtine, banga alîkariyê hate kirin.
Ji bo şêniyên Reqayê yên ji zilma DAIŞ'ê reviyane û xwe li Minbicê girtine, banga alîkariyê hate kirin.
Malbatên ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, li kampeke li rojhilatê Minbicê hatine bicihkirin.
Duh 11 malbatên din ên ji Reqayê anîn vê kampê. Rêxistina Alîkariyê ya Minbicê, li gorî derfetên xwe piştgiriyê dide malbatan. Rêxistinê paketên alîkariyê yên ji betanî, sungêr û firaxên mutbexê pêk tên û ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve hatine dayin, belav kir.
Ji bo koçberan, bi wesîleya meha Remezanê bang li saziyên alîkariyê hate kirin ku alîkariya xwarinê bi koçberan re bikin.