Cenazeyên 3 şervanan li Dêrikê hatin veşartin
Welatiyên bajarên Dêrik û Girkê Legê, cenazeyên Endama Hêzên Asayîşê Zeyneb Ebdullah, şervanên YPG'ê Heqî Tirkan û Robar Cemce bi merasîmekî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Welatiyên bajarên Dêrik û Girkê Legê, cenazeyên Endama Hêzên Asayîşê Zeyneb Ebdullah, şervanên YPG'ê Heqî Tirkan û Robar Cemce bi merasîmekî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û gundewarên herêmê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê hildan û berê xwe dan nexweşxaneya Dêrikê. Girseya gel cenazeyên Endama Hêzên Asayîşê Zeyneb Ebdullah ku di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, şervanên YPG’ê Zerkûf Eslan (Heqî Tirkan) û Umer Yildiz (Robar Cemce) ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de Hevseroka Meclîsa Federal a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê amade bûn.
Li goristanê ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyekê rêz hat girtin û merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandara Hêzên Asayîşê Uzlem Axa axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û wiha got: “Şehîd Zeyneb bi vîneke xurt parastina civaka xwe dikir, jin diparast. Ez soza domandina têkoşîna nû didim."
Hevseroka Meclîsa Federal a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif jî di kesayeta van her sê şehîdan de, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Bi saya fedakariya şehîdan, gelek serkeftin li Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin û gelên herêmê hatin rizgarkirin. Em soza domandina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê didin.”
Piştre nasnameya şervanan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şervanan bi tilîlî û dirûşmeyan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.