Cenazeyê şervanê YPG'ê Hesen hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Rustem Hesen Mihemed (Nûman), ku di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, li goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê û gundên wê cenazeyê şervanê YPGʹê Rustem Hesen Mihemed (Nûman) ku di 31'ê Gulanê de di Pêngava Xezeba Firatê de şehîd bû, ji Saziya Malbata Şehîdan wergirtin û bi karwanek ji wesayîtan birin goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê. 

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li goristanê, endama fermandariya YPG/YPJ'ê Mehbad Koçber axivî û destnîşan kir ku destketiyên herêmê bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Koçber bal kişand ser Pêngava Xezeba Firatê û got, "Şervan di pêngavê de serketinên mezin bi dest dixin û rojane derbann li çeteyan dixin. Rizgarkirina bajarê Reqayê nêzîk e. Em jî soz didin ku em ê heta dawî şopdarên rêya şehîdên xwe bikin û em ê hemû gelên Sûriyeya yekbûyî  biparêzin."

Di dewama merasîmê de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Selma Silêman axivî û destpêkê sersaxî da malbata şehîd. Silêman got, "Têkoşîna şehîdan israra me ya domandina têkoşînê zêdetir dike. Em ê heta dawiyê şopdarên rêya cangoriyan bin."

Li ser navê PYDʹê jî endama meclîsa partiyê Zeyneb Sarûxan axivî û destnîşan kir ku bi saya şehîdan jiyana hevbeş û biratiya gelan a li herêmê hatiye parastin

Piştî axaftinan sicîla şervanê YPGʹê Nûman hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd Nûman li ber dirûşman spart axê.