Ceyş El Siwar êrîşa çeteyên Tirk têk bir
Şervanên Ceyş El Siwar, bersiv dan êrîşa çeteyên dewleta Tirk a li dijî herêmên rizgarkirî yên Şehbayê. Di encamê de 4 çete birîndar bûn.
Şervanên Ceyş El Siwar, bersiv dan êrîşa çeteyên dewleta Tirk a li dijî herêmên rizgarkirî yên Şehbayê. Di encamê de 4 çete birîndar bûn.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker, ku li herêmên Til Malid, Marî û Kilcibîn ên Şehbayê bi cih bûne, duh êvarê hawan avêtin gundên Til Medîd, Hisiye, Hesacik, Wehşiyê, Um Hoş, Til Cîcan û bajarokê Arfedê.
Şervanên Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) bersiv dan êrîşa çeteyan û di encamê de 4 çete birîndar bûn. Çeteyên birîndar rakirin nexweşxaneya li Marî.
Tê gotin, zêdeyî 150 topên hawanê li gundan ketine û heta Şêx Îsa, gelek xanî û erdê çandî yê gundiyan zerar dîtine.