'Em bi Federasyona Demokratîk siberoja xwe ava bikin'

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsiv bang li gelan kir, ku tevlî şerê mezhebî û etnîkî nebin, ji bo projeya federasyona demokratîk û neteweya demokratîk bixebitin û xwedî li siberoja xwe derkevin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsiv tevlî bernameya Ozerk Gundem a News Channelê bû û rewşa li Sûriyeyê, Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê nirxand.

'PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ KIRIYE'

Yûsiv diyar kir, bi destpêkirina pêngava rizgarkirina Reqayê re şer ketiye pêvajoyeke nû û got, "Em dikarin bêjin, kêm maye Mûsil rizgar bibe. Vê yekê ji aliyê giştî ve pêvajoyeke nû da destpêkirin. Sînorên Sûriye û Iraqê, Iraq û Urdunê, Sûriye û Urdunê bûne navenda vî şerî. Lewma niha her kes hewl dide bi lez û bez tevbigere û van herêman kontrol bikin. Me berê jî gotibû, ku em qala şerê sêyemîn ê cîhanê dikin. Ev şer ne tenê şerê leşkerî ye. Şerê hêzên siyasî, çandî û hegemonîk û şerê hêzên li Rojhilata Navîn e. Û her kes, ji bo di dema pêş de bi roleke mezintir rabin, vî şerî dimeşîne. Ev yek wê di dema pêş de bandorê li hevsengiyan bike."

Yûsiv destnîşan kir, ku di vê demê de wê her kes hê bêhtir bi rengekî zelal xwe nîşan bidin û got, "Armanca û stratejiya kê çi be, bi dîtina min wê di vê demê de hê bêhtir xwe nîşan bide. Pêvajoya heyî pêvajoyeke bi vî rengî ye."

'ALOZIYA LI HERÊMÊ ZÊDE BÛ'

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsiv anî ziman, pêvajoya hilbijartinê û pêvajoya avakirina hikumetê ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) rewşeke pasîf derxistibû holê û wiha dewam kir:

"Û Rûsyayê ji vê yekê hinekî sûd wergirt. Hem Peymana Astanayê çêbû, hem jî Rûsyayê bi Tirkan re li ser Helebê li hev kirin. Hinekî xwest însiyatîfê bixe destê xwe. Dibe ku heta astekê ev yek bi Amerîkayê re di nava koordîneyekê de hate kirin. Qet nebe, di asta herî bilind de nerazîbûnek ji DYA nehat.

Lê belê piştî hilbijartinê û avabûna hikumetê, ev rewş ji bo DYA hinekî guherî. Xuya ye DYA dixwaze hê bi rengekî aktîf tevbigere û bi vî şerî re hevsengiyeke nû ava dike. Bi taybetî ji bo Îranê bi vî rengî ye. Lihevkirina Rûsya û Îranê, tevgera wan bi rengekî blokekê, pêşveçûna Îranê ya jî hevalbendên wê, DYA gelekî bêzar dike. Lêdanên herî dawî pêwendiya xwe bi vê hene. Amerîka weke hêzeke hegemon naxwaze Rûsya û Îran bi xurtî li herêmê bi cih bibe."

Yûsiv ragihand, şêweyê erdnîgariya siyasî hêdî hêdî derdikeve û got, "Ev êdî zelal e; kî çiqas herêmê kontrolb ike wê di dema pêş de giraniya xw eya siyasî û rola xwe zêdetir be. Bi dîtina min wê rewş aloztir bibe. Rûsya ji rizgarkirina Tebqayê û operasyona rizgarkirina Reqayê aciz bû. Bawerim planeke bi vî rengî ya Rûsyayê hebû. Ev yek zelaltir dibe. Hem destpêkirina vê yekê zû bi zû, hem jî pêşketina hêzên QSD'ê û koalîsyonê di Pêngava Xezeba Firatê de, Rûsya bêzar kiriye. Xuya ye di dema pêş de têkiliyên Rûsya û Amerîkayê wê hîn bêhtir aloz bibe û nakokî hê bêhtir derkevin pêş. Ev rastiyek e. Ev rewş, ya wê wan ber bi lihevkirineke siyasî ve bibe, ya jî bixe nava rewşeke dijberê hev. Aloziya navbera DYA û Rûsyayê niha zêde bûye û wê di dema pêş de zêdetir bibe. Yanî li ser vê bingehê ye. Berê ahengî hebû, lê xuya ye ev agahî wê veguhere nakokiyan."

'RÛSYA JI ALIYÊ SIYASETÊ VE HEVGIRTÎ NÎNE'

Foza Yûsiv ragihand, Rûsya dikarîbû heta niha siyaseteke hê bi îstiqrar bimeşanda û wiha dewam kir: "Di têkiliyan de tê asteke gelekî tund. Carna tu lê dinere, bi 180 pileyî guheriye. Ev yek bi rengekî cidî bandorê li polîtîkaya Rûsyayê ya li Sûriyeyê dike. Jİ bo rejîm li ser piyan bimîne, Rûsya çi ji dest tê wê dike. Heta niha ev kir. Ji niha û pê ve, ji aliyê siyasî û leşkerî ve îstiqrar û hevgiritna polîtîkaya wê girîng e."

Têkildarî nêzîkatiya Rûsyayê li ser Kurdan Yûsiv bibîr xist, ku Rûsya ji destpêkê ve ji bo Kurdan dibêje, "Kurd hêzeke girîng e, divê rolê bilîz in" û got, "Anî ziman ku divê tevlî hevdîtinên li Cenevreyê bibin. Lê belê ev gotinên xwe ti carî nexist meriyetê. Tenê bi gotinê ma. Bi dîtina me, eger Rûsyayê zexteke rast li rejîmê bikira û li gorî nexşerêyeke rast tevbigeriya, rewşa niha ya Sûriyeyê ji aliyê çareseriyê ve dikarîbû cuda bûya. Lê belê Rûsya her tim bi taktîkî nêzî hin tiştan bû. Her tim hewl da xwe bispêre rejîmê. Û vê yekê her tim ew qels kir."

'NEXŞERÊYA RÛSYAYÊ YA LI SÛRIYEYÊ ŞAŞ E'

Foza Yûsiv bal kişand ser têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: "Her kesên ji siyasetê fêhm dikin dizanin ku Rûsya û Tirkiye li ser bingeha berjewendiyên demî li hev civiyan. Nakokiyên dîrokî yên navbera Tirkiye û Rûsyayê tê zanîn. Şerê dîrokî ye.

Tirkiye bi rastî jî gefeke mezin e li dijî aramiya li Sûriyeyê. Her kes bi vê zane. Tevî vê yekê jî li ser bingeha berjewendiyên demî û taktîkî bi Tirkiyeyê re tevdigere. Ev yek siberoja Sûriyeyê bi rengekî giran dixe nava xeteriyê.

Mînak; herî dawî di civîna Astanayê de Tirkiye weke garantorek hate nîşandan. Gelo hêzeke ku sedema rûdana pirsgirêkê ye, çawa dikare ji bo çareseriyê û kêmkirina aloziyê rolê bilîze? Berevajî, wê hê bêhtir krîzê girantir bike."

'NÊZÎKATIYA LI KURDAN Û TIRKAN TAKTÎKÎ Û DEMÎ YE'

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûiryeyê Foza Yûsiv anî ziman, nêzîkatiya Rûsyayê hem li Kurdan, hem jî li Tirkan taktîkî û demî ye û got, "Ev yek êdî derketiye holê û çend caran dubare bû. Bi dîtina min êdî divê bi rengekî vekirî were gotin. Polîtîkaya Rûsyayê wiha ye: 'Ji Tirkiyeyê re dibêje; eger tu bi ya min neke, binere ez ê bi Kurdan re li hev bikim'. Ji Kurdan re jî dibêje, 'Binerin her hûn bi ya min nekin û polîtîkayê li gorî vê yekê diyar neke, ez ê bi Tirkiyeyê re bi ser we ve bêm'. Yanî ev nêzîkatiya cotstandart Rûsyayê xurt nake. Êdî her du alî bi vê zane. Qet nebe, em bi vê zanin." Yûsiv destnîşan kir, fêhmnekirin an jî biçûkdîitna hêz û rola Kurdan, polîtîkaya Rûsyayê qels dike.

Yûsiv got, "Eger Rûsya dixwaze bi roleke rast rabe, divê hêza demokratîk a Kurdan nas bike. Ya duyemîn; qebûlkirina hemû daxwazên rejîmê, wê krîza li Sûriyeyê mezintir bike. Ya sêyemîn jî; bi Tirkiyeyê nikare xwe bigihîne ti cihî."

'EM Ê JI KOMUNAN HETA KONGREYÊ SÎSTEMA XWE AVA BIKIN'

Li ser bicihanîna projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jî Foza Yûsiv got, "Ji sala 2016'an û vir ve vî karî dest pê kiriye. Me niha ev qanûna hilbijartinê amade kirine û ji aliyê sererastkirina îdarî ve me gelek nîqaş kir.  Piştî demeke kurt em ê vê binirxînin û amadekariya hilbijartinê bikin. Plansaziya me li ser wê bingehê ye. Divê em ji gundan, ji komunan dest pê bikin û sîstemê ji jêrê ve heta kongreya federasyonê bi rêxistin bikin. Karekî bi vî rengî wê dest pê bike.

Niha civîn tên kirin. Ji bo ev hilbijartin bi rengekî herî baş pêk were, em nîqaşan dikin. Planên me yên ji bo bicihanîna van hene."

'HÊZ Û ÎRADEYA ME HENE KU EM KARIBIN HEMÛ ASTENGIYAN JI HOLÊ RAKIN'

Têkildarî astengiyên li pêşiya bicihanîna projeya wan de Yûsiv got, "Niha li herêma me zehmetiyeke giran nîne. Lê bêguman em li erdnîgariyeke bi vî rengî dijîn û hin hêz hene ku hewl didin astengiyan derxînin pêşiya me. Li her qadê dixwazin me qels bikin. Êrîşên leşkerî û dîplomatîk hene. Em van nenormal nabînin. Mirov dikarin bêjin 'ev yek xwezaya pêvajoyekê ye'. Em em dizanin ku ev ê ewçend hêsan nebe. Tevî vê yekê jî em bi biryar in. Yanî çi dibe bila bibe em hewl didin vî karî bi rengekî herî xurt bi rêxistin bikin."

'EM XWEDÎ LI SIBEROJA XWE DERKEVIN'

Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsiv herî dawî got, "Em li erdnîgariyeke gelekî aloz dijîn. Her kes hewl dide hêza gelan ji bo xwe bi kar bînin. Lê belê divê em xwedî li xwe, berjewendî û siberoja xwe derkevin. Heta niha hêza gelan hate talankirin û bi rastî jî bi rengekî nebaş hate bikaranîn. Ya rast divê ji bo demokrasî û azadiya gelan were bikaranîn. Lê belê berevajî vê yekê ji bo bêîradehiştin, xizankirin û kolekirina gelan hate bikaranîn.

Li ser bingeha neteweya demokratîk divê her kes ji bo pêşvebirina vê projeyê bixebite. Siberoja me di nava vê projeyê de ye. Şerê xwe dispêre mezheb û neteweperestiyê, ji aliyer alî ve şerê li dijî gelan e. Divê em nebin amûrekî vî şerî û ji bo azadî, maf, hiqûq û demomkrasiya xwe divê em hê bêhtir bixebitin.

Xeterî bi rastî jî gelek in, bi taybetî di pêvajoya dawî de zelal dibin. Lê belê eger em bi hev re tevbigerin, hêz û îdareya me heye ku em pêşî li hemû xeteriyan bidin."