Dîmenê Mansûra ya azad

Bajarokê Mansûra yê bi 20 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Tebqayê ye, piştî ku duh ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin, ji bermahiyên çeteyan hate paqijkirin. Navenda Ragihandiyê ya YPG'ê dîmenê Masûra ya azad weşand.

Bajarokê Mansûra, di çarçoveya operayona zexmkirina xeta parastinê ya Tebqayê de piştî şerekî du rojan duh ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin.

Di vî şerî de 30 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.

Piştî rizgarkirinê, şervanên QSD'ê dest bi lêgerîn û paqijkirina bajarok ji bermahiyên çeteyan kirin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê bajarokê Mansûra piştî paqijkirina ji çeteyan weşand.

Şervanên QSD'ê, ku ala DAIŞ'ê datînin xwarê û li nava bajarok lêgerînê dikin, ji aliyê şêniyên bajarok ve bi dilgermî tên pêşwazîkirin.

Di dîmen de xuya dike, ku komek ji ciwanên Mensûra ji kêfa rizgarkirinê bi motorên xwe li nava bajarok digerin û kêfxweşiya xwe nîşan didin.