Gundekî din ê Reqayê hat rizgarkirin, 5 gund jî hatin dorpêçkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de gundekî din ê Reqayê rizgar kirin û dor li 5 gundan girtin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de gundekî din ê Reqayê rizgar kirin û dor li 5 gundan girtin.
Şervanên QSD'ê, gundê Rabîa ku duh êvarê dor lê girtibûn, ji DAIŞ'ê paqij kirin. Li vî gundê ku li bakurrojavayê Reqayê ye, karê lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên çeteyan dewam dike. Li vî gundî, di şer de ku heta danê sibehê dewam kir, gelek çete hatin kuştin.
Şervanên QSD'ê her wiha dor li gundên Ednaniyê, Bîr Haşim, Yaarûb, Seggûra û Ebu Sûsê girtine.
Li vê herêmê, di şer de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.