ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer ên Tirk gundên Cindirêsê bombe kirin
Balafirên şer ên Artêşa Tirk a mêtînger gundên herêma Cindirêsê bombe kirin. -
Di êrîşa hewayî ya li Reco yê de ciwaneke Ermenî şehîd bû
Yek ji welatiyê di encama êrîşa balafirên artêşa Tirk a 24’ê Çileyê ya li ser navçeya Reco ya Efrînê de şehîd ket, der ket holê ku yek ji zarokê malbatên ji ber Qirkirina Ermeniyan revîn û li Efrînê bi cih bûbûn ye. -
Bûyerên di roja 7’an a ‘Berxwedana Serdemê’ de li dijî dagirkeran qewimîn
‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî hêzê dagirker tê kirin hefteyek li pey xwe hişt. Me bûyerên di roja 7’an a berxwedanê de qewimîn ji bo we rêz kir: -
Balafirên şer gundê El Xezawiyê ya Şêrewa bomberdûman dike
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê El Xezawiye ya navçeya Şêrewa bomberdûman dike. -
Hejmara şehîd û birîndarên li Nexweşxaneya Efrînê hatin eşkerekir
Berpirsê Nexweşxaneya Efrînê Mihemed diyar kir ku di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê de heta niha cenazeyê 32 şehîd û 49 birîndaran li gihiştîne nexweşxaneyê. -
YPG: Bi giyana berxwedana Kobanê em ê li Efrînê jî li ber xwe bidin
YPG’ê, salvegera 4’emîn li hemû gelan pîroz kir û got: “Bila gumana tu kesî nebe ku em ê li Efrînê jî bi ruhê berxwedana Arîn û Gelhatan desthilatdariya faşist a AKP-MHP û çeteyên wan jî bavêjin sergoya dîrokê.” -
Şervanên enternasyonalîst gihiştin Efrînê
Şervanên endamên Tabûra Enternasyonalal ên di bin sêwana YPG’ê de, ji bo Efrînê tevlî seferberiyê bûn. Şervanan cih xwe di eniyên pêş ên berxwedanê de girtin. -
Nasnameya şehîdên Pêngava Cizîrê hatin eşkerekirin.
Nasnameya 12 şervanan hate eşkerekirin, ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn. -
Li Efrînê bîlançoya hefteyekê: 308 çete û leşker hatin kuştin
QSD’ê diyar kir ku di êrîşên li dijî Efrînê de 308 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin. 4 serbaz, serçeteyê Koma Lîva El Semerqen jî hatine kuştin. -
Bîlançoya Efrînê ya şevê dî
Artêşa Tirk a dagirker ku li Şera, Şerawa, Cindirês, Şiye û Raco yê Efrînê kete hewldana dagirkrinê li berxwedaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) rast hat. -
BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 7’EMÎN DE YE
Berxwedana Dîrokî ya Efrînê hefteyek li pey xwe hişt. Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê ji bejahiyê û ji hewayî êrîş dike. Şervanên QSD’ê bersivên tund didin êrîşan. Em pêşveçûnan di wê kêlîkê de li vê derê par ve dikin. -
Yekîtiya Neteweyî wê rê li ber serfiraziyê veke
Hevserokê KNK’ê Rêbûwar Reşîd di komxebata yekîtiya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê de axivî û got, “Serfiraziya Kobanê, me bi rêya yekîtiya neteweyî bi dest xist, lê tişta ku li Kerkûkê pêk hat, ji ber nebûna yekîtiya neteweyî pêk hat.” -
Li Mabatayê qetlîam: Hêzên Tirk ji heman malbatê 7 kes qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê qetlîam kir. Di bomberdûmana navçeya Mabatayê de ji heman malbatê 7 kes hatin qetilkirin. -
YPJ'ê dîmenê çalakiya li dijî tanka Tirkiyeyê weşand
YPJ'ê dîmenê çalakiya li dijî tanka Tirkiyeyê ya li ser sînorê Efrînê weşand. -
Gelê Efrînê li dij êrîşên dagirker ên dewleta Tirk in
Gelê Efrînê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk gotin, ‘’Mirina te wê bê çek nebe. Mirina te wê bi destê me be, bi van çekan be. Bes tu pê li xaka me bike, tê bi van çekan bimirî.’’ -
Wekîlên Swêdê: Divê Tirkiye êrîşên li ser Efrînê bi dawî bike
Parlamenterên ji partiyên siyasî yên cuda yê Swêdê ku me raya wan pirsî gotin êrîşên artêşa Tirk ên bi ser Efrînê de wê şerê navxwe yê Sûriyê geştir bike û xwestin Tirkiye dev ji helwesta dijminane ya li ser Rojava biqere. -
Li Minbicê êrîşa çeteyên dewleta Tirk hate şikandin
Çeteyên dewleta Tirk ên bi navê ‘Mertala Firatê’ li gundê Emcelûd ê Minbicê êrîşî cihên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin û êrîşên çeteyan hate şikandin. -
Li Efrînê 2 tankên din hatin îmhakirin
Hêzên Tirkiyeyê tên dagirker ên ku êrîşên xwe yên li dijî Efrînê didomînin, derbên giran dixwin. Hate ragihandin ku li Racoyê 2 tankên din ên Tirkiyeyê hatine îmhakirin. -
Êrîşên sîber li ANHA’yê tê kirin
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ya ku li Rojava/Bakurê Sûriyeyê weşanê dike, li dijî wê êrîşên sîber tên kirin. -
Li Qenayê êrîşên dewleta Tirkiyeyê a dagirker hatin protestokirin
Li Qenayê ya ku li rojavayê Kantona Kobanê ye, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin. -
Wêneyên nû yên leşkerên Tirk hatin weşandin ên ku hatine kuştin
Wêneyên nû leşkerên Tirk hatin weşandin ên ku dema dixwestin Efrînê dagir bikin, hatibûn kuştin. -
YPJ’ê dîmenên eniya şer weşand
YPJ’ê dîmenên şer û berxwedana şervanên QSD’ê ya şevê din a li Bilbilê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyan weşand. -
Ji bo êrîşî Efrînê bikin ‘Koalîsyona hovan’ hate avakirin!
Li Sûriye El Qaîde ya Sûriye ku li rojavayê Heleb û Îdlîbê bi bandore ragihand ku wê tevlî êrîşa dagirkirinê bibin. -
QSD: Kîlîs ji aliyê îstîxbareta Tirk ve tê bombekirin
Navenda Têkiliyên Gel a QSD’ê diyar kir ku Kîlîs ji aliyê îstixbareta Tirk ve tê bombekirin û bang li raya giştî kir ku li dijî van pêkanînên qirêj hestiyar bin. -
18 şehîdên Efrînê hatin veşartin
18 kesên di êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi merasîmekê hatin veşartin.