YPG: Bi giyana berxwedana Kobanê em ê li Efrînê jî li ber xwe bidin

YPG’ê, salvegera 4’emîn li hemû gelan pîroz kir û got: “Bila gumana tu kesî nebe ku em ê li Efrînê jî bi ruhê berxwedana Arîn û Gelhatan desthilatdariya faşist a AKP-MHP û çeteyên wan jî bavêjin sergoya dîrokê.”

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 4’an a berxwedan Kobanê li hemû gelan û hêzên demokrat pîroz kir û diyar kirin ku wê bi ruhê berxwedana Kobanê wê Efrînê jî rizgar bikin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî zimam:

“Em çaremîn salvegera rizgarkirina Kobanê li hemû gelê xwe û hêzên demokratîk pîroz dikin. Ji ber ku di dîroka 26’ê Çileya 2015’an de mizgîniya rizgarkirina Kobanê dan me û jiyanekî bi rûmet diyarî me kirin, em li beramber hemû gel û hêzên me yên di vê berxwedaniyê de cih girtine deyndar in.

Bi wesîleya 4. salvegera rizgarkirina Kobanê, di serî de Ş. Arîn û Ş. Gelhat em bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên xwe yên Kobanê bi rêzdarî ditewînin ku em vê nasnameya xwe ya azadiyê deyndarên wan in. Em soza xwe ya ku em ê her bihostek axa vê welatî ku ji aliyê wan ve hatiye rizgarkirin û azadkirin biparêzin, dubare dikin.

WÊ DAGIRKERIYA TIRK LI EFRÎNÊ TÊK BIÇE

Dewleta Tirk û desthilatdariya Erdogan ku piştgirîkirin û rêvebirina wan ya çeteyên DAÎŞ’ê wekî rojê li ber çavan e, eşkereye ku tişta bi destê DAIŞ’ê nekariye bike, vê carê jî bi hewldana xwe ya dagirkirina Efrînê wê nikaribe pêk bîne. Em berxwedaniya gel û rêhevalên xwe yên bi ruhê Kobanê îro li Efrînê li ber xwe didin, silav dikin. Me çawa duh çeteyên hov û paşverû di berxwedaniya Kobanê de avêt nav sergoya dîrokê, bila gumana tu kesî nebe ku em ê li Efrînê jî bi vê ruhê berxwedana Arîn û Gelhatan desthilatdariya faşist a AKP-MHP û çeteyên wan jî bavêjin sergoya dîrokê.

DI HER ŞERT Û MERCAN DE LI DIJΠÊRŞÊN FAŞÎST BERXWEDAN

Di serdemekî ku çeteyên hov yên wekî DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û cîhanê dixwaze bêhêvîbûn, wahşet, tecawuz, talan û her cure koletiyê serwer bike û rewa bide nişandan de, xeta me ya azadiyê û nasnameya şervan û têkoşerên vê xetê, bûne nasnama hêvî, azadî û wekheviyê û bi vê yekê destaneke azadiyê yê bê hempa nivîsandine. Ji vir û şûn ve jî divê bê zanîn ku em ê bi heman biryardariyê li dijî hemû cure êrîşên paşverû û dagirkeriyê li ber xwe bidin.”