ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Di roja çaremîn de 203 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
QSD'ê encama şerê roja çaremîn ê berxwedana Efrînê ya li eniyên Cindirêse, Şiyê, Raco, Şera, Bilbilê û herêma Şehbayê eşkere kir. Li gorî vê yekê 203 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin, ku 4 jê fermandar in. -
Balafirên şer ên Tirk li ambûlansê xistin, ku birîndar tê de hebû
Di roja pêncan a êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de bi balafirên şer li ambûlansa Heyva Sor a Kurd xistin. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li navçeya Bilbilê dibarînin
Dewleta Tirk û êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Efrînê didomîne, bombeyan li navçeya Bilbilê dibarîne. Li Şehbayê jî topbaraneke giran tê kirin. -
QSD'ê bîlançoya êrîşên li dijî sivîlan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, dewleta Tirk li Efrînê yekser êrîşî sivîlan kiriye. -
Çalakiya şervanên QSD'ê: 8 leşkerên Tirk hatin kuştin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li dijî leşkerên Tirk ên li gundê Bazera yê li bajarokê Darît Îzayê çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 8 leşkerên Tirk mirin. -
'Li dijî dagirkeriyê divê helwesteke hevpar bê nîşandan'
Fermandariya Rojava ya Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî daxuyanî da û got, "Em bang li tevgera şoreşger a Tirkiyeyê dikin ku li dijî dagirkirina Efrîne sekneke hevpar nîşan bidin, çalakiyan li dar bixin, dakevin qadan û rabin serhildanê." -
Li Raco ji ber êrîşê sivîlek şehîd bû, 2 sivîl jî birîndar bûn
Artêşa Tirk bi obusan bombeyan li navçeya Raco ya Efrînê dibarîne. Ji ber êrîşê sivîlek şehîd bû, 2 sivîl jî birîndar bûn. -
Di şer de 3 wesayît hatin rûxandin, 37 leşker û çete hatin kuştin
Çavkaniyên nêzî QSD’ê diyar kirin ku li gundên Omera û Qudê yên navçeya Racoyê ya Efrînê 2 jê bi zirx, 3 wesayîtên artêşa Tirk û çeteyan îmha kirine. -
Li Racoyê 37 çete hatin kuştin, tankek hate îmhakirin
Li gundên Omera û Qudê 37 çete hatin kuştin. -
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrîşî Racoyê dike
Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrîşî navçeya Raco ya Efrînê dike. -
Artêşa Tirk Efrîn û Kobanê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi hewan û obusan navçeya Cindirês a Efrîn û bi tankan jî gundê Zurmixar a Kobanê topbaran dike. Bomberdûman hê jî didome. -
Li gundê Omera ya Recoyê tenkeke din a Tirk hate rûxandin
Li gundê Omera ya Reco yê tenkeke din a artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin. -
Di êrîşên artêşa Tirk a li ser Cindirêsê de 10 kes birîndar bûn
Di encama topbaran û bomebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên herêmên Raco û Cindirêsê de 10 kes birîndar bûn. -
Partiyên siyasî yên li Bakurê Sûriye ji bo Efrînê daxuyanî dan
Partiyên siyasî yên li Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku piştgiriya berxwedana Efrînê dikin û daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dargirker şermezar kirin. -
Hêzên Erka Xweparastinê: Li Efrînê em rê nadin dagirkeran
Hemû Hêzên Parastina Bakurê Sûriye û Hêzên Erka Xweparastinê gotin: “Em amade ne Efrînê biparêzin” û diyar kirin ku rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk. -
Artêşa Tirk a dagirker wesayîta sivîlan kir hedef
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker didomin, artêşa Tirk a dagirker li gundê Meydan Ekbes ê girêdayê navçeya Raco ya Efrînê wesayîta sivîlan kir hedef. Hat hînbûn ku sivîlên di wesayîtê de birîndar bûne. -
YPG: Endamê me yê ragihandinê Tolhildan Welat şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya endamê xwe yê ragihandinê Tolhildan Welat ragihand ku di Berxwedana Mezin a Sedemê de şehîd bûbû. -
Banga ji bo civaka navneteweyî: Dewleta Tirk sûcê şer dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bang li civaka navneteweyî, saziyên alîkariya mirovî û rêxistinên mafê mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk derxînin holê. -
Li Efrînê sûcê dij mirovahiyê tê kirin: Va ye wêneyên komkujiyê
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Yalangoze yê Cindirêsê barand û 4 sivîl şehîd xist, ku 2 jê zarok, 2 jî jin in. Di komkujiyê de gelek sivîl jî birîndar bûn. -
Gel û parlementeran ji NY’ê re got ‘êrîşan bide sekinandin’
Parlementerên Partiya Çep ê Elmanyayê û parlementerên HDP’ê li pêşiya Konseya Ewrûpayê di çalakiyê de axivîn û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. -
Fiyaskoya ‘operasyona Efrînê’: Leşkerên Tirk û çete bi hev ketin
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ku li dijî Efrînê derketîbûn seferê îro li du cihan bi hev ketin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Cindirêsê komkujî kir
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Yalangoze yê Cindirêsê barand û 4 sivîl şehîd xist, ku 2 jê zarok, 2 jî jin in. Di komkujiyê de gelek sivîl jî birîndar bûn. -
17 şehîdên Efrînê hatin veşartin
17 kesên li Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn hatin veşartin. -
Li Cindirêsê bomberdûman: Şehîd û birîndar hene
Bomberdûmaneke giran li ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê tê kirin. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê şehîd û birîndar hene. -
Li Efrînê îro 30 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
QSD'ê encama berxwedana îro ya li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk tê dayin eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 30 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin, wesayiteke leşkerî jî hate rûxandin.