Ciwanê bi navê Reşêr Konîş ê şehîd ket, dayika wî Semsa Konîş û xuşka wî Hanîfe Konîş jî birîndar bûne.
24′ê Çile di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser navenda navçeya Raco yê de, malbateke Ermenî hate hedefkirin. Ciwanê Ermenî yê bi navê Roşêr Konîs şehîd bû, dayîka wî Semsa Konîş a 57 salî û xwîka wî Henîfe Konîş a 25 salî birîndar bûn.
Mirovekî vê malbatê Hartiyon Kîvork derbarê malbatê de ev agahî dan: ″Bav û kalên vê malbatê beriya 100 salî ji ber siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Ermen berê xwe dan Kantona Efrînê ya bi ewle. Lê li vir jî bû qurbaniya bomebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker.″