Yekîtiya Neteweyî wê rê li ber serfiraziyê veke

Hevserokê KNK’ê Rêbûwar Reşîd di komxebata yekîtiya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê de axivî û got, “Serfiraziya Kobanê, me bi rêya yekîtiya neteweyî bi dest xist, lê tişta ku li Kerkûkê pêk hat, ji ber nebûna yekîtiya neteweyî pêk hat.”

Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê ya li Silêmanî didome. Parlementerê parlementoya Başûrê Kurdistanê yê YNK’ê Salar Mehmûd mêvan silav kir û bernameya teknîkî ya komxebatê xwend.

Piştre Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir axivî û got, “Em gelekî kêfxweş in ku, komxebateke wisa tê lidarxistin. Ji ber nebûna yekîtiya neteweyî gelê me êşê dikişîne. KNK di vî warî de xebatên baş dike. Em hêvîdar in, ev xebat wê bigihêjin encamê.”

HEKE EM BIBIN YEK

Piştî Ebûbekir Hevserokê KNK’ê Rêbûwar Reşîd diyar kir ku hêzên dagirker ji ber tunebûna yekîtiya Kurdan culhet distînin û got, “ Heke em bibûna yek û hêzeke me ya hevpar a parastinê hebûya, dagirker ewqasî ew ê ne bi culhet bûna.”

Reşîd axaftina xwe wisa domand: “Em ê îro qala rêgezên li Başûrê Kurdistanê bikin. Em ê li ser pêşveçûna xurtkirina rêgezan biaxivin.”

Reşîd got ku , “Îro li Efrînê êrîş hene. Beriya wê divê em bibin yek. Em dikarin li Efrînê bingeha yekîtiyê deynin. Êdî divê hêza me ya leşkerî, dîplomasiyê hevpar be.”

Komxebat bi axaftinên nûnerên partiyên siyasî û mêvanan didome.