Bîlançoya Efrînê ya şevê dî
Artêşa Tirk a dagirker ku li Şera, Şerawa, Cindirês, Şiye û Raco yê Efrînê kete hewldana dagirkrinê li berxwedaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) rast hat.
Artêşa Tirk a dagirker ku li Şera, Şerawa, Cindirês, Şiye û Raco yê Efrînê kete hewldana dagirkrinê li berxwedaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) rast hat.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê di roja 7’an de berdewam dike. Şevê dî artêşa Tirk a dagirker ku li Şera, Şerawa, Cindirêê, Şiye û Raco hewl da ku dagirkeriyê bie rastî li berxwedaniya QSD’ê hat.
Piştî bersivdana şervanên QSD’ê artêşa Tirk a dagirker hate şikandin, artêşa Tirk û çeteyên wê piştî şikestinê bi êrîşên hewayî jîgehên sivîl bombe kirin.
ŞERA
Diyar bû ku artêşa Tirk a dagirker gelek top avêtin girê Qestel Cindo û hewl da ku ji bejahiyê ve bikeviyê. Piştî ku şervanên QSD’ê ji gundê Baflone bersiv dane artêşa Tirk a dagirker artêşa dagirker û çeteyên wê neçar man ku vekişin. Jêderên QSD’ê diyar kirin ku li vir kuştî û birîndarên artêşa Tirk û çeteyên wan çêbûn lê tam diyar nebû bê ka çend ji wan hatin kuştin û birîndar bûn.
MERANAZ
Li gundê Merazan jî şervanên QSD’ê artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê şikandin, şervanên QSD’ê bersiveke giran dane artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi karîgerê li gelek niqteyan xist.
CINDIRES
Artêşa Tirk a dagirker ji şevê dî ve li Cindirês navendê û li gundê wê dixe û bombeyan davêje. Bombekirina heta vê saetê jî didome.
ŞERAWA
Li Bircikê Silêman a Şerawa jî şervanên QSD’ê hewldana dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şikandin. Artêşa Tirk ku ji hewldana dagikirinê tiştek bi dest nexist bi balafiran avête Basîfanê.
ŞIYÊ
Balafirên artêşa Tirk a dagirker şevê jî gundê Ceqela bombe kir. Encama bombekirinê nayê zanîn.
RACO
Lİ gundê Omera û Kumreşa a Racoyê duh berêvarî şervanên QSD’ê derbeke giran li artêşa dagirker û çeteyên wê da û 2 tang hatin rûxandin.
Piştî derbê giran artêşa dagirker a Tirk şevê dî saet 24.00’an êrîşa hewayî bi ser Pira Heşarkê û Girê Kevirê Kerê de anîn.