ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe yên di 22’ê Çileya 2018’an de li Reqa û Serêkaniyê şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Şervanên enternasyonal berê xwe dan Efrînê
Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wê tevlî 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê bibin û berê xwe dan Efrînê. -
Artêşa Tirk a dagirker sivîlekî din şehîd xist
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gundê Cama yê navçeya Şer ya Efrînê, sivîlekî din şehîd bû. -
Bîlançoya duh a Efrînê: 16 çete hatin kuştin
Li Efrînê di şerê 24'ê Çileyê de 16 çete hatin kuştin. -
BERXWEDANA SERDEMÊ DI ROJA 6'AN DE YE
Hûn dikarin rewşa dawî ya 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê ku li dijî dagirkeriya Tirkan tê kirin, ji Bloga me ya zindî bişopînin. -
YPJ'yiyên enternasyonal tevlî şerî li dijî dagirkeriya Tirk dibin
Şervanên YPJ'ê yên enternasyonal gotin, "Em hem ji bo gelê Efrînê hem jî ji bo tevahiya jinên li cîhanê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê çekê radikin. Bakurê Sûriyeyê nîşanî me da ku eger em hêza xwe bikin yek, civakeke wekhev û demokratîk pêkan e." -
YPJ: Em ê axa Efrînê bikin gora dewleta Tirk û çeteyên wê
Fermandariya Efrînê ya YPJ'ê destnîşan kir ku ew bi îradeyeke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer dikin û wê bi ruhê Kobanê, Efrînê biparêzin. -
'Êrîşa li ser Efrînê rûreşiya dewletên cîhanê ye'
Ebdullah destnîşan kir ku wezîfeya herî rewa û bingehîn a hêzên QSD, YPG/YPJ'ê parastina gel û axa Efrînê ye û got, "Êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê bivê nevê wê têkoşîna li Dêra Zorê ya li dijî DAÎŞ'ê qels bike." -
Efrînî: Em ê mal û gundên xwe neterikînin
Efrîniyên ku bi rojane dewleta Tirk êrîşî wan dike gotin, "Em ê malên xwe, gund, cih û warê xwe neterikînin." -
Li Minbicê êrîşa bi obusan –NÛ BÛ
Dema ku balefirên koalîsyonê li ser Minbicê difiriyan, artêşa Tirk bi obusan êrîş kir. -
Şervanên QSD’ê navçeya Xeracî ya Dêrazorê rizgar kirin
Şervanên QSD’ê piştî şerê pênc rojan navçeya Xeracî ya Dêrazorê rizgar kirin. Di şer de 7 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin. -
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Efrînê bang kir
Heyva Sor a Kurdistanê têkildarî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê daxuyaniyek weşand. -
Li Kobanê du şehîd hatin veşartin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Cengîz Mustefa yê ku li gundê Girik di encama qezayekî de trafîkê de şehîd bû û şervanê YPG‘ê Cemal Mihemed (Xebat Qeremûx) yê ku li Reqayê şehîd bûbû li Kobanê hatin veşartin. -
Li navçeya Bilbilê êrîşên hewayî
Balefirên şer ên Tirkiyeyê, gundê Şêr Xorzê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê bomberdûman kir. -
Di roja 5’emîn a ‘Berxwedana Mezin a Serdemê’ de çi bû?
Li Efrînê Berxwedana Mezin a Serdemê ya li dijî dagirkeriyê di roja 5’emîn de ye. Artêşa Tirk careke din cihên sîvîl kir hedef. Şervanên QSD’ê bi operasyonên taybet bersivê didin dagirkeriyê. -
Meclîsa tendirustiyê: Di êrîşên dagirker de 35 kes şehîd bûn
Meclîsa Tendirustiyê ya Kantona Efrînê diyar kir ku ji 20’ê Çileyê û vir ve, di êrîşên dagirkeriyê de 35 sivîl şehîd bûne û 106 kes jî birîndar bûne. -
Pêngava Bagera Cizîrê: 6 çete hatin kuştin
Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD’ê didome. Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku êrîşî gundên Xeranîc û Hecînên yên Dêrazorê kirin, derbên giran xwarin. Di şer de 6 çete hatin kuştin 8 dozer hatin îmhakirin. -
Gelê Minbicê dagirkeriya Tirkiyeyê protesto kir
Gelê Minbicê ji bo piştgiriya Efrînê daketin qadan û dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê protesto kirin. -
YPG'ê nasnameya leşkerên li Efrînê hatin kuştin weşand
Navenda Ragihandinê, dîmenê têkçûna artêşa Tirk a dagirker li Girê Qûdê yê Efrînê weşand. Di dîmen de nasnameyên leşkerên hatine kuştin jî xuya dikin. -
Li Şehbayê operasyoneke taybet li dijî dagirkerên Tirk hate kirin
QSD'ê encamên operasyona taybet a li herêma Şehbayê li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin, eşkere kir. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li dibistana Racoyê dibarînin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li dibistana li navçeya Raco ya Efrînê dibarînin. -
Cenazeyê endamê Ragihandina YPG'ê Welat hate veşartin
Cenazeyê endamê Ragihandina YPG'ê Tolhildan Welat ku li Girê Qestel Cîndo ji ber bomberdûmana bi balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Çeteyan malên gundiyên li gundê Qurnê talan kirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ji bo dagirkirinê êrîşî Efrînê û axa Bakurê Sûriyeyê kirine, li gundê Qurnê yê Bilbilê malên gundiyan kalan kirin û hewl dan malbatekê birevînin. Şervanên QSD'ê gund ji çeteyan paqij kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li Şerawa dibarîne
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navçeya Şerawa ya Efrînê dibarînin. -
Li Şehbayê 7 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
Li herêma Şehbayê di encama 2 çalakiyên taybet ên hêzên QSD'ê de 7 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin, tankek û wesayitek wan hatin rûxandin.