Li Mabatayê qetlîam: Hêzên Tirk ji heman malbatê 7 kes qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê qetlîam kir. Di bomberdûmana navçeya Mabatayê de ji heman malbatê 7 kes hatin qetilkirin.

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker navenda navçeya Mabatayê ya Efrînê bomberdûman kir.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di destê sibehê saet di 04.00’an de navenda navçeya Mabatayê ya Efrînê hate bomberdûmankirin.

Hate hînbûn ku ji heman malbatê 7 kes hatine qetilkirin.

Di êrîşên dagirker ên dewleta Tirk de heta niha nêzî 50 sîvîl hatin qetilkirin.

Li Mabatayê koçberên Elewî yên ji Dersimê hene.