BERXWEDANA EFRÎNÊ DI ROJA 7’EMÎN DE YE

Berxwedana Dîrokî ya Efrînê hefteyek li pey xwe hişt. Hêzên dagirker ên Tirkiyeyê ji bejahiyê û ji hewayî êrîş dike. Şervanên QSD’ê bersivên tund didin êrîşan. Em pêşveçûnan di wê kêlîkê de li vê derê par ve dikin.

22:53

Çawîşê pispor Alper Akpûnar ê di êrîşa dagirkirina artêşa Tirk a li ser Efrînê de cih girt û birîndar bû wiha got: “Me 3 rojan bomberdûman kir, 200 metre em pêş ve çûn û li me xistin.”

22:40

Ceyş El-Suwar, destnîşan kirin ku êrîşên li ser Efrînê encamên peymanên kirîn, firotin û bazirganiya li ser xwîna gelê Sûriye yê ne.

 

21:32

Li derdora gundê Umare yê navçeya Raco şervanên QSD'ê tankeke ya artêşa Tirk a dagirker rûxand.

21:02

Hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker de gundên Hemam, Baflorê û Aşka Şerqî ya herêma Cindirêsê bombebardûman kirin. Di dema bomberdûmana balafiran de jî artêşa Tirk bi top û hewanan jî gundên Cindirêsê jî topbaran kirin.

19:27

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundê El Xezawiye ya navçeya Şêrewa bomberdûman dike.

19:10

‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî hêzê dagirker tê kirin hefteyek li pey xwe hişt. Me bûyerên di roja 7’an a berxwedanê de qewimîn ji bo we rêz kir:

 

17:36

Di daxuyaniya YPG’ê ya têkildarî berxwedana Efrînê peyamên girîng dan de, hate diyarkirin ku wê biryardariya serkeftinê bi teqez be.

 

16:53

Endamên Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan diyar kirin ku ew ê berxwedana Efrînê bibe dawiya AKP’ê û ew ê şoreşa Bakurê Kurdistanê ava bibe.

 

16:52

 

16:51

Şervanên endamên Tabûra Enternasyonalal ên di bin sêwana YPG’ê de, ji bo Efrînê tevlî seferberiyê bûn. Şervanan cih xwe di eniyên pêş ên berxwedanê de girtin.

 

16:49

Bomberdûmana li dijî navçeya Cindirês a Efrînê hatî destpêkirin dewam dike.

Li xeta Emare şerê dijwar diqewime.

14:26

Li gundê Memla yê Racoyê di navbera şervanên QSD’ê û leşkerên Tirk ên dagirker de şerê giran didome.

14:16

Artêşa Tirk a dagirker gundê Xelîlka yê Bilbilê bi balefir û topan bomberdûman dike.

Dibe ku li vê derê jî qetlîama sîvîlan pêk were.

14:01

QSD’ê diyar kir ku di êrîşên li dijî Efrînê de 308 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin. 4 serbaz, serçeteyê Koma Lîva El Semerqen jî hatine kuştin.

59 SÎVÎL Û 43 ŞERVAN ŞEHÎD KETIN

QSD’ê diyar kir ku di êrîşan de 59 kesên sîvîl hatine qetilkirin û 134 sîvîl jî birîndar bûne. QSD’ê got ku, di şerê 6 rojan de 3 jê şervanên YPJ’ê bi giştî 43 şervanên QSD’ê şehîd bûne.

 

13:13

Şervana YPJ'ê li Efrînê di eniya şer de diaxive. Şervana YPJ'ê dibêje ku 'Kesên êrîşî Efrînê kirine, em ê wan efû nekin'

 

12:45

Artêşa Tirk a dagirker ku li Şera, Şerawa, Cindirês, Şiye û Raco yê Efrînê kete hewldana dagirkrinê li berxwedaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) rast hat.

 

11:37

Dewleta Tirk a dagirker, li Efrînê qetlîam kir. Di bomberdûmana navçeya Mabatayê de ji heman malbatê 7 kes hatin qetilkirin.

 

YPJ'ê dîmenê çalakiya li dijî tanka Tirkiyeyê ya li ser sînorê Efrînê weşand.