Bûyerên di roja 7’an a ‘Berxwedana Serdemê’ de li dijî dagirkeran qewimîn
‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî hêzê dagirker tê kirin hefteyek li pey xwe hişt. Me bûyerên di roja 7’an a berxwedanê de qewimîn ji bo we rêz kir:
‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî hêzê dagirker tê kirin hefteyek li pey xwe hişt. Me bûyerên di roja 7’an a berxwedanê de qewimîn ji bo we rêz kir:
‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê li dijî hêzê dagirker tê kirin hefteyek li pey xwe hişt. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker di roja 7’an a li ser Efrînê didome û bê navber sivîlan qetil dike.
Di êrîşa hewana a li ser navçeya Mabatayê de ji heman malbatê 7 kes şehîd bûn.
QSD’ê diyar kir ku di êrîşên li dijî Efrînê de 308 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin. 4 serbaz, serçeteyê Koma Lîva El Semerqen jî hatine kuştin.
Bûyerên din ên girîng ku di roja 7’an a ‘Berxwedana Sedsalê’ de qewimin wiha ne:
MABATA
Artêşa Tirk a di êrîşa li ser Efrînê ya hefteya yekem de nêzî 50 sivîl qetil kir, vê carê jî ji heman malbatê 7 kes qetil kir, yek ji sûcê din ê mirovahiyê kir.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saet 04:00’an de navenda navçeya Mabata ya Efrînê bombe kir. Di encama bomberdûmanê de ji heman malbatê 7 kes şehîd bû.
CINDIRES
Artêşa Tirk a dagirker ji şevê dî ve li Cindirês navendê û li gundê wê dixe û bombeyan davêje. Bombekirina heta vê saetê jî didome.
Artêşa Tirk saet 13:51’an ê danê nîvroyê jî dîsa navçeya Cîndiresê bomberdûman kir. Di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk û çeteyên wê de li xeta Emare şerê dijwar qewimîn.
RACO
Lİ gundê Omera û Kumreşa a Racoyê duh berêvarî şervanên QSD’ê derbeke giran li artêşa dagirker û çeteyên wê da û 2 tang hatin rûxandin.
Piştî derbê giran artêşa dagirker a Tirk şevê dî saet 24.00’an êrîşa hewayî bi ser Pira Heşarkê û Girê Kevirê Kerê de anîn.
Navenda Çapemeniya YPG’ê dîmenê rûxandina tankeke din weşand.
BILBIL
Gundê Xelika ya Bilbilê di saet 12:04’an de ji aliyê artêşa Tirk ve hate bomberdûmankirin.
QSD’Ê BÎLANÇOYA EFRÎNÊ EŞKERE KIR
QSD’ê diyar kir ku di êrîşên li dijî Efrînê de 308 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin. 4 serbaz, serçeteyê Koma Lîva El Semerqen jî hatine kuştin.
QSD’ê diyar kir ku di êrîşan de 59 kesên sîvîl hatine qetilkirin û 134 sîvîl jî birîndar bûne. QSD’ê got ku, di şerê 6 rojan de 3 jê şervanên YPJ’ê bi giştî 43 şervanên QSD’ê şehîd bûne.
Her wiha QSD’ê bi daxuyaniyekê bang li çete û artêşa Tirk kiribû ku “Xwe radest bikin”.
Di daxuyaniyê de ev tişt ji bo artêşa Tirk û hevkarên wê hate gotin: “Banga me ji bo we; kesên li qada şer sîxûriyê dikin di kêliya ku hûn ketin wê ferqê de ku hûn hatin ferqkirin û ji piştve li we nehatiye xistin, xwe radestî hêzên me yên çeperên herî nêzî xwe bikin.”
ALTÛN: HÊZÊN ME DEMOKRATÊN MUTEFÎK IN
Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Riza Altûn hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê, helwesta aktorên weke Rûsyayê û DYA’yê ji ANF’ê re nirxand û derbarê helwesta Tevgera Azadiyê de axivî.
Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Riza Altûn got, gotinên, ‘’Rûsya Kurd firotin’’ an jî ‘DYA’yê Kurd firotin’ gotineke şaşe e ji ber ku çi têkilî û hevalbendiyeke wiha ya Tevgera Azadiya Kurd ne bi Rûsya re û ne jî bi DYA’ê re nîn e. Altûn diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd xwedî xeta xwe ye û li gorî vê têdikoşe. Altûn got, ‘’Hevalbendên me yên sereke hêzên demokratîk in.’’
ENTERNASYONALÎST LI EFRÎNÊ NE
Şervanên bi dildar ên ji her devera cîhanê ji bo tevlî berxwedana YPG’ê ya li dijî terorê bibûn, ji bo tevlî berxwedana Efrînê bibin ragihandibû ku wê biçin Efrînê.
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku şervanan cihê xwe li eniyên pêş ên Efrînê girtin.YPG’DEN
DAXUYANIYA SALVEGERA 4’AN A SERKEFTINA KOBANÊ
YPG’ê, salvegera 4’emîn li hemû gelan pîroz kir û got: “Bila gumana tu kesî nebe ku em ê li Efrînê jî bi ruhê berxwedana Arîn û Gelhatan desthilatdariya faşist a AKP-MHP û çeteyên wan jî bavêjin sergoya dîrokê.”