ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Nayîf spartin axê
Gelê Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Nayîf Setûf li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê. -
Meşvanên Efrînê gihiştin Cindirêsê
Gelê ku ji herêmên Cizîr û Firatê ji bo Efrînê ketibûn rê, îro gihiştin navçeya Cindirêsê. -
Li Hemamê wesayîta leşkerî hate îmhakirin
Li derdora gundê Hemamê yê Cindirêsê ya bi ser Efrînê wesayîteke artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin. -
Artêşa Tirk êrîşî goristanê dike
Artêşa Tirk a dagirker ku di êrîşên li ser Efrînê de têk çû, êrîşî ‘Goristana Şehîd Seydo’ a li Cindirêsê dike. -
QSD’ê bîlançoya roja 18’an eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekî nivîskî bîlançoya roja 18’an a ‘Berxwedana Efrînê’ eşkere kir. -
Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: 148 sivîl hatin kuştin
Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê da xuyakirin ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û komên terorê yên pê ve girêdayî, 148 sivîl şehîd bûne û 365 sivîl jî birîndar bûne. -
Gelên Bakurê Sûriyeyê li Efrînê ne: Wahid eş-şaab Suriyê wahid
Bi deh hezaran kesên pêr ji Şengal û herêmên Cizîr, Firat û herêmên cuda yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bir ê ketin, duh êvarê gihîştin Efrînê. Îro li navenda Efrînê mîtîngeke bi heybet li dar xistin. Girseya gel berê xwe da Cindirêsê. -
Gundê Hacbîlal ji dagirkeran hate paqijkirin
Gundê Hacbîlal ê ser bi navçeya Şiyê ya Efrînê, duh bi şev piştî şerekî dijwar ji hêzên dagirker hate paqijkirin. -
Çend wêne ji berxwedan û jiyana li Efrînê...
Li Efrînê ku li dijî dagirkeriyê rabûye serhildana serdemê, ji 7 heta 70 salî her kes li ber xwe dide. -
'Kes nikare destê xwe dirêjî axa me bike'
Fermandara Tabûra Çekên Giran a YPJ'ê û yekemîn bikarhênera hawanê ya Şoreşa Rojava Rûbar Qamişlo got, "Çawa ku me ew destê dirêjî Kobanê bû anîn xwarê, li Efrînê jî em ê heman tiştî bikin." -
Gundiyên Efrînê: Em li ser axa xwe ne û bi ti cihî ve naçin
Gundiyên li ser sînor ku ji ber bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê xaniyên wan xera bûn, ji aliyê gel û komunan ve tên pêşwazîkirin. Efrîniyan deriyê mala xwe li welatiyên xaniyên wan xera bûne vekirin. -
Şervanên YPG/YPJ'ê wesayiteke BMB li Bilbilê teqandin
Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê didome. Li navçeya Bilbilê ya Efrînê wesayiteke bi tîpa BMB a artêşa Tirk a dagirker hate teqandin. Şerê li gundê Şêxurze jî didome. -
Li gundê Şêxurzê şerekî dijwar diqewime
Li gundê Şêxurzê, di navbera şervanên YPG/YPJ û hêzên dagirker de şerekî dijwar diqewime. -
Çavkaniyên YPG’ê: 50 leşker û çeteyên dijmin hatin kuştin
Çavkaniyên YPG’ê, ragihand ku di çalakiyên şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên li nuqteyên cuda yên navçeya Şera ya Efrînê de herî kêm 50 leşker û çeteyên OSO hatine kuştin. -
Cenazeyê şehîd Mihemed Hemo hate veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Hemo (Dilbiwîn) ê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Dicle veşartin. -
Bi hezaran kesên li dijî êrîşa dagirkeriyê gihiştin Efrînê
Bi hezaran kesên ku ji her deverên Bakurê Sûriyeyê ketibûn ser rê gihiştin Efrînê. -
NÛ BÛ-YPG/YPJ'ê li Efrînê lêxistin: 10 leşker û çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê li dijî leşkerên li derdorî gundê Alaqina ya Şera bi cih dibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 10 leşker û çete hatin kuştin. -
Cenazeyên şehîdên Bagera Cizîrê spartin axê
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê 3 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade bi merasîmekê spartin axê. -
Li gundê Şediye yê Raco 9 leşker û çete hatin kuştin
Li gundê Şediye yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê 9 leşker û çete hatin kuştin. -
Li Şiyê kêliyên rûxandina tanka dagirkeran...
Şervanên QSD’ê dîmenên rûxandina tanka li navçeya Şiyê ya Efrînê weşand. -
Yekîtiya Ciwanên Rojava: PDK bi fermana Erdogan tev digere
Yekîtiya Ciwanên Rojava ragihand ku li Efrînê berxwedanekî dîrokî heye û meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê silav kir. -
Kêliyên rûxandina wesayîta leşkerî
Di çalakiya şervanên YPG’ê ya li gundê Xelîl a girêdayî navçeya Mabata li dijî artêşa Tirk a dagirker de, wesayîtek hate rûxandin û 8 leşker û çete hatin kuştin. -
Cenazeyê şehîdê QSD`ê Akîf hate veşartin
Welatiyên navçeya Eyn Îsa û Reqayê, cenazeyê şervanê QSD` Elî Silêman ê li Reqayê şehîd bibû, Goristana gundê Hikumî veşartin. -
Ji saziyên mirovî ji bo şandina koçberên Sûriyeyî hişyarî
Konseya Alîkariya Penaberan a Norwêcê û CARE International jî di nav de gelek saziyên sivîl di derbarê penaberên ji Sûriyê raporek amade kirin û di raporê de têkildarî bi zorê şandina penaberan hişyarî hate kirin. -
QSD`ê bîlançoya roja 17`an Efrînê eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şer û çalakiyên roja 5`ê Sibatê ya 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê eşkere kir.