Gundiyên Efrînê: Em li ser axa xwe ne û bi ti cihî ve naçin

Gundiyên li ser sînor ku ji ber bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê xaniyên wan xera bûn, ji aliyê gel û komunan ve tên pêşwazîkirin. Efrîniyan deriyê mala xwe li welatiyên xaniyên wan xera bûne vekirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku tevî çeteyên xwe yên ji nava El Nûsra û DAÎŞ'ê daye hev li dijî Efrînê dike, di roja 18'an de ye. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi balafirên şer, tank, top, çekên giran, bi deh hezaran leşker û çeteyên xwe gelekî bawer bû, lê li pêşberî berxwedana YPG/YPJ'ê encama ku hêvî dikir bi dest nexist. Lê li Efrînê ne tenê şervan li ber xwe didin. Berxwedana herî mezin berxwedana gelê Efrînê ye ku li gel dorpêçiya 7 salan jî malovanî ji sed hezaran koçberî re kiriye.

GEL JI CIH Û WARÊN XWE NAÇE

Di êrîşên dewleta Tirk de ku bi balafirên şer dest pê kirin, armanc ew bû ku gel ji cih û warên xwe bibe. Ev bendewarî bi cih nehat û gel koçber nebû. Ji ber bomberdûmana giran a 18 rojan herî kêm 129 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku gelek jin û zarok di nava wan de hene û zêdeyî 250 sivîl jî birîndar bûn. Li gel vê yekê jî gel ji cih û warên xwe naçe. Li çend gundên Efrînê yên li ser sînor komkujî hatin kirin û xaniyên welatiyan hatin xerakirin. Gundiyên ku xaniyên wan xera bûn bi cihekî din ve neçûn û berê xwe dan navend û navçeyên Efrînê.

WEZÎFEYA MEZIN LI SER MILÊ KOMUNAN E

Gundiyên hatin navenda Efrînê ji aliyê komunan ve li xaniyên vala hatin bicihkirin. Her wiha gelek welatiyên li navenda Efrînê jî deriyê malên xwe li gundiyan vekirin. Li gelek xaniyan du-sê malbat bi hev re dijîn. 54 komunên li bajer bersivê didin pêdiviyên malbatên hatine navendê. Malbatên ku ji ANF'ê re axivîn gotin, ew ê ti carî ji cih û warên xwe neçin û piştî ku dagirkerî hate şikandin wê li malên xwe vegerin.

'KOMUNAN EM PÊŞWAZÎ KIRIN'

Mamosteya Kurdî ya bi navê Nûcan Mûrad ku ji gundê Rabûsê yê navçeya Cindirêsê neçar ma bê Efrînê anî ziman ku heta kêliya dawî jî wan mala xwe neterikandine û wê axa xwe ti carî ji dewleta Tirk û komên wê yên çete re nehêlin. Nûcan Mûrad got, "Piştî ku bi hawan û topan bombe li gundê me barandin, em neçar man hatin. Niha li vir em sê malbat bi hev re dijîn."

Nûcan Mûrad diyar kir, dema ji gund derneketin nekarîn tiştekî bi xwe re bînin û piştî hatin nava bajêr komunan alîkarî bi wan re kirine. Nûcan Mûrad da zanîn, endamên komunê piştî ku ew pêşwazî kirin, ji wan re cih dîtin ku karibin lê bimînin û got, "Me nekarî rahêjin tiştekî û bi vî rengî ji mala xwe derketin. Tenê kincê li me hebûn. Komunan li vir bersiv dan hemû pêdiviyên me. Ew bûn alîkar."

'GELO CÎHAN VÊ NABÎNE?'

Mûrad nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî ya cîhanê da û bi bîr xist ku heta niha bi sedan sivîl hatin kuştin û birîndarkirin. Mûrad destnîşan kir ku ji bo her kes û saziyên qala mafên mirovan dikin ev yek cihê şermê ye û got, "Gelo kesek van bûyerên diqewimin nabîne? Dewleta Tirk êrîşî cih û warê vî gelî dike. Yanî cîhan li ku ye? Yên qala mafên mirovan dikin li ku ne?"

'KOMUNAN ALÎ ME KIRIN'

Elmas Mûrad ku ji heman gundî ye anî ziman ku ew sê malbat li malekê bi hev re dijîn û her malbatek li odeyekê bi cih bûye. Mûrad diyar kir ku komun bersivê didin pêdiviyên wan û wiha dewam kir: "Em sê malbat li malekê dimînin. Her malbatek ji neçarî li odeyekê bi cih bûye. Komun bersivê dide pêdiviyên me. Ev mal jî ji aliyê komunê ve hate peydakirin. Heta niha komunan alî me kiriye."

'EM LI SER AXA XWE NE, BI TI CIHÎ VE NAÇIN'

Jina bi navê Gulîstan Hesen destnîşa kir ku wan cih û warên xwe neterikandine û got, "Piştî ku li xaniyên me xistin em ji neçarî derketin. Em li gundên li ser sînor dimînin. Sê zarokên min hene, ji tirsa ku tiştek bi wan were em derketin. Em niha li Efrînê ne. Em li ser axa xwe ne û bi ti cihî ve naçin."

'ÎNŞALEH EM Ê BI SER BIKEVIN'

Sebah Sînor jî anî ziman ku li gundê Edanê du caran top avêtin xaniyên wan û piştî vê êrîşî çûn gundekî din ê nêz û dûre jî hatin Efrînê. Sebah Sîno got, "Em du rojan li gundekî nêzî gundê me man. Rojekê jî li gundekî din man. Piştre hatin vir. Niha li vê derê em li malekê hatin bicihkirin. Em du malbat li xaniyekî dimînin. Bila Xwedê vê yekê ji Erdogan re nehêle. Çawa ku em xistin vî halî, bila ew jî bikeve halekî bi hezar carî ji vê xerabtir. Înşaleh em ê bi ser bikevin."

'EM ÇEND MALBAT LI MALEKÊ DIMÎNIN'

Meryem Hemed Mecîd a ji gundê Hemamê yê Cindirêsê diyar kir ku piştî êrîş li mala wan hate kirin xalê wê birîndar bûye û got, "Em li vir li mala tiyê min dimînin. Xaniyê me li navbera Cindirêsê û Hemamê bû. Hawan avêtin mala me. Xalê min li wir birîndar bû. Niha tê dermankirin. Xaniyê me xera bû. Zarokên me zêde bû, em neçar man bên. Em du sê malbat li cem malbatekê bi cih bûn."

'EM Ê BI SER BIKEVIN, ERDOGAN WÊ TÊK BIÇE'

Emîne Xelîl a ku neçar ma ji gundê Xelîla bê, anî ziman ku wê ti carî ji cih û warên xwe neçin û di vî şerî de jî bi ser bikeve. Emîne Xelîl got, "Pêr em hatin vir. Hawan û top avêtin malên me. Hevserê min felç e û neviyên min hûrik in. Em bi hev re neçar man bên. Min nedixwest bêm, bi zorê ez anîn. Em li vir in û ji cih û warê xwe naçin. Xaniyên me xera bikin jî em ê li vir bin û bi ti cihî ve neçin. Înşaleh em ê bi ser bikevin û Erdogan wê têk biçe."