Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Nayîf spartin axê

Gelê Minbicê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Nayîf Setûf li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Minbicê, şervanên Meclîs Leşkerî ya Minbicê û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Nayîf Setûf ku di encama teqîna mayîna çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li gundê El-Boyhc ê Minbicê de, şehîd bibû, ji nexweşxaneya Firat wergirtin û berê xwe dan Goristana Şehîdan.

Li goristanê ji bo bîranîna congoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê merasîmekî leşkerî lidar xist. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û bal kişand ser pêvajoya ku herêmên Bakurê Sûriyê di nav de û taybet êrîşên dagireriya Tirkiyê li ser Efrînê.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Îbrahîm Qeftan axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku gelên Bakurê Sûriyê ji bo pêkanîna armacên xwe gavekê bi paşde navêjin û ew ê her tim li berxwe bidin.

Piştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan Fatime El-Diba wesîqeta şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd Nayîf bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.