Cenazeyên şehîdên Bagera Cizîrê spartin axê

Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê 3 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Dêra Zorê cenazeyên şervanên QSD‘ê Hemed El-Cabir (Metîn), Xidir Hemade El-Îsa (Xidir) û Fadil El-Mihemed (Egît) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya li gundê Ebû Xeşeb spartin axê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî  li ser navê Meclîsa Zagonsaz a Dêra Zorê Merwan El-Fiteyih, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Beraa El Hemad, li ser navê Oldaran jî Şêx Mihemed El Fenan axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Her wiha di dewama axaftinan de berxwedana Efrînê hate silavkirin û hate diyarkirin ku piştgiriyê didin gel û şervanên Efrînê. Di axaftina de hate bibîr xistin ku li ser navê Îslamê qetlîaman dikin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Her wiha di dewama merasîmê de nasnemaya şervanê QSD‘ê Xalid El-Hemûd (Ciwan Hesekê) ên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû jî hate eşkerekirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşma “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan ve spartin axê.