ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Qaşo li Efrînê sivîl nînin
Parka azadiyê ya Efrînê tevî şer jî bi welatiyan tijî ye. Efrînî li gel bomberdûman û êrîşên giran jî bi xwe û şervanên xwe piştrast in. -
Gundiyên Efrînê: Em li vir ji dayik bûn, em ê li vir bimirin
Şêniyên Şera û Şerawa bi biryar in ku gundên xwe neterikînin û dibêjin, "Ev der cih û warê me ye. Em li vir ji dayik bûn, em ê li vir bimirin." -
Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê gihişt Efrînê
Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê gihişt Efrînê. Heyetê diyar kir ku ew ji berxwedana Efrînê serbilind in. -
Li Şerayê 23 leşker hatin kuştin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wên yên li dijî gundên Dersuwan, Ereb wêran ê Şiyê û Girê Şîmşekê hate şikandin. Di şer de bi kêmanî 23 leşker û çete hatin kuştin. -
Li Ezazê baregeha artêşa Tirk hate rûxandin
Şervanên QSD’ê li Ezazê bi çekên giran li artêşa Tirkiyeyê ya dagirker da û li vê derê baregeheke wan bi temamî hate rûxandin. -
Balefirên şer bombeyan li ser gundên Şiyê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer bombeyan li ser gundên Şiyê dibarîne. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlekî din birîndar kir
Di êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de sivîlekî din birîndar bû. -
Li Ezazê li artêşa Tirk û çeteyan hate xistin
Şervanên QSD'ê li Ezazê li dijî nuqteya ku artêşa Tirk û çeteyên wê bi cih bûbûn û bi topan êrîşî Efrînê dikirin, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de çepera artêşa Tirk û çeteyên wê hate rûxandin. -
Li Bilbilê tankek, kepçeyek û wesayîteke leşkerî hate rûxandin
Şervanên QSD’ê îro danê sibê li Bilbilê tankeke artêşa Tirk û piştre jî kepçeyek û wesayîteke leşkerî ya hêzên dagirker rûxand. -
QSD’ê bîlançoya roja 23’an eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku 11 leşkerên Tirk û 21 çete hatine kuştin. -
QSD: Di nava hefteyekê de 130 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şer ya dîroka 1-8’ê Sibatê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di nava hefteyekê de 130 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundên Cindirêsê dibarînin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Cindirêsê yê Efrînê dibarînin. -
Heyeta Başûr: Efrîn wê sînoran ji holê rake
Wekîlên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku wan ji bo Helepçe digot "Helepçe ya dawî ye", lê belê li hember Şengal, Kobanê, Kerkûk û Efrînê êrîşên qirkirinê dewam kirin. Wekîlên ber bi Efrînê ve diçin li hember êrîşan banga yekîtiya neteweyî kirin. -
Li Şerayê derba giran li hêzên dagirker hate xistin
Li gundên Dêrsiwanê û Erap Wêranê yên navçeya Şera ya Efrînê, derba giran li hêzên dagirker hate xistin. Gelek leşker û çete hatin kuştin. -
Artêşa dagirker a Tirk dîsa li sivîlan da
Hat ragihandin ku artêşa Tirk bombeyan li gundên bi ser Racoyê ve dibarîne û di encama êrîşan de şehîd û birîndar hene. Li Cindirêsê jî şer dewam dike. -
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundên Şera dibarînin
Erîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundan û sivîlan dewam dikin. Bi balafirên şer bombe li gundên navçeya Şera ya Efrînê tên barandin. -
Fermandarê YPG'ê: Efrîn wê li wan bibe Vîetnam
Ji fermandarên YPG'ê Manî Egîd: Ew bi teknîka xwe piştrast in, em jî bi îradeya xwe. Me amadekarî ji bo şerekî kin re nekir. Amadekariyên me ji bo şerekî bi salan e. Ev der wê ji wan re bibe Vîetnam. -
QSD: 2 helîkopter hatin xistin, 11 leşker hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku duh 2 helîkopter hatine xistin û di şer de 11 leşker hatine kuştin. -
Endamê ragihandina YPG’ê Elîşêr Serhed li Efrînê birîndar bû
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku endamê navenda ragihandina wan a Kantona Efrînê Elîşêr Serhed di dema şopandina Berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bûye. -
Di bombe barana li gundê Ereb Wêranê de sivîlek şehîd bû
Di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk ya li gundê Ereb Wêran a navçeya Şerayê de sivîlek şehîd bû. -
Leşkerên Tirk li bakurê Minbicê êrîş kir
Li çemê Sacûr ê dikeve bakurê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û çeteyên artêşa Tirk de şer derket. -
Li du gundên Raco û Cindirêsê êrîşên hewayî
Balefirên şer ên Tirkiyeyê derdora gundê Xelîl ê Raco û gundê Dir Belût ê Cindirêsê bomberdûman kir. -
QSD’ê encama şerê rojekê eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên şer û çalakiyên şervanan a rojekê ragihand. -
Li Dêra Zorê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Li gundê Ebû Xeşeb ê Dêra Zorê bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir Hemada hatin veşartin. -
Kêliyên helîkoptera Tirk a li Efrînê hatî xistin
Şervanên YPG’ê li Herêma Reco ya Efrînê balafrira artêşa Tirk a dagirker xist. Herî kêm 2 leşker hatin kuştin.