ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê wesayiteke artêşa Tirk û çeteyên wê li Raco rûxand
Şervanên QSD'ê li derdora girê Kevirê Ker ê herêma Racoyê, wesayiteke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rûxand. -
Hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin bû 127 kes
Hejmara sivîlên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Efrînê hatin kuştin bû 127 kes. 168 sivîl jî birîndar bûn. -
YPG'ê nasnameya 7 şehîdên Dêra Zorê û Şedadê eşkere kir
YPG'ê nasnameya 6 şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn û şervanekî xwe yê li Şedadê ji ber qezayekê şehîd ket, eşkere kir. -
Artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî Cindirêsê dike
Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî navçeya Cindirêsê dikin. -
Li Qamişlo cenazeyê şehîd Şevger û Reyhan spartin axê
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Seyîd (Şevger) û şervana YPJ’ê Gulan Gulo (Reyhan Xelef) bi merasîmekê ji aliyê sedan kesî ve spartin axê. -
QSD`ê di derbarê şerê li Kantona Şehbayê de daxuyaniyek da
Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê îro yê li Kantona Şehbayê eşkere kir. -
Nasnameya 4 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
Navenda Çapemeniya QSD’ê nasnameya 4 şervanên di Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Efrînê de şehîd bûne eşkere kir. -
Xebata tespîtkirina çekên qedexe yên Tirkiyeyê didome
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rêdûr Xelîl diyar kir ku ew texmîn dikin ku dewleta Tirk di êrîşên Ii ser Efrînê de çekên qedexekirî bi kar aniye. Xelîl tekez kir ku pispor vê bûyerê lêkolîn dikine da ku were îspatkirin. -
Di roja 13’an a Berxwedana Serdemê de çi rû da?
Me pêşveçûn û geşedanên Destana ‘Berxwedana Serdemê’ ya ku li dijî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê tên kirin a di roja 13’an de, komî ser hev kir. -
SOHR: Dewleta Tirk li Efrînê 5 qetlîam pêk aniye
Çavdêrên Mafê Mirovan a Sûriye, ragihand ku ji 33 qetlîamên ku di nava mehekê de li Sûriye pêk hatîn, 5 ji wan li Efrînê pêk hatine. -
PYD: Bêdengî tê wateya hevkariya sûc
Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kir ku hemû hêzên li hemberî komkujiyên artêşa Tirk a dagirker bêdeng dimînin hevkarên komkujiyê ne û got: “Serkeftin para Berxwedana Serdemê ye.” -
QSD’ê bîlançoya Berxwedana Serdemê ya hefteyekê eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şerê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ya li Efrînê, bi civîneke çapemenî eşkere kir. -
QSD’ê li hêzên dagirker xistin: 20 kuştî
Şervanên QSD’ê, li derdorî gundê Zarê yê Bilbilê li dijî hêzên dagirker çalakiyek lidar xistin. Hat ragihandin ku di çalakiyê de 20 leşker û çete hatine kuştin. -
Artêşa Tirk topan li Cindirêsê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de navenda herêma Cindirês, gundên Qerekola û Katana yên girêdayî navçeya bilbilê topbaran dike. -
13 rojan 104 sivîl hatin kuştin
Nexweşxaneya Efrînê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, 13 rojan 104 sivîl hatine kuştin û 156 sivîl jî birîndar bûne. -
Cenazeyên 18 şehîdên Efrînê hatin oxirkirin
Bi sedan welatiyên herêma Efrînê cenazeyên 18 şehîdên xwe oxir kirin. -
Li Efrînê duh bi şev çi qewimî?
Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bombe li gelek herêmên Efrînê barand. Şervanên QSD'ê jî li çend cihan çalakî pêk anîn. Di encamê de gelek leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Li Bilbilê bomberdûman û şer
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên navçeya Bilbilê ya Efrînê dibarînin. Şerê dijwar ê li herêmê dewam dike. -
Rêveberiya Xweser: Em biryarên Soçî nas nakin
Koordînasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku ew biryarên civîna li bajarê Soçî yê Rûsyayê tê lidarxistin nas nakin. -
Xiristiyanên li Efrînê bang kirin
Civata Xiristiyan ku bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re xwe li Efrînê girt û şeş sal in li gorî baweriya xwe bi rengekî azad dijî, bang li hemû Xiristiyanan û mirovên xwedî bawerî kir ku li ber dagirkeriyê rabin. -
Hêzên QSD'ê ji sê nuqteyên cuda lê dan
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Bilbilê, Şiyê û Raco ji sê nuqteyên cuda li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Çavkaniyên herêmî gotin gelek çete û leşker hatine kuştin. -
Balafirên şer bombe li gundên Şerawa barandin
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Basûfane, Başemra û Gundê Mezin ên navçeya Şerawa ya Efrînê barandin. -
Li gundê Şingûle li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî
Hêzên QSD’ê li navçeya Reco ya Efrînê jî lid ijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalaki lidarxist. -
Şervanên QSD’ê li dijî artêşa dagirker û çeteyên wê çalakî lidarxist
Şervanên QSD’ê li gundê Xelîl yê girêdayî navçeya Şiye ya EfrÎnê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî lidarxist. Di çalakiyê de 3 leşker û çete hatin kuştin. -
Li Bilbilê şervanên QSD’ê li dijî dagirkeran çalakî lidar xist
Şervanên QSD’ê li gudê Bukê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî dagirkeran çalakî lidarixist.