Bi hezaran kesên li dijî êrîşa dagirkeriyê gihiştin Efrînê
Bi hezaran kesên ku ji her deverên Bakurê Sûriyeyê ketibûn ser rê gihiştin Efrînê.
Bi hezaran kesên ku ji her deverên Bakurê Sûriyeyê ketibûn ser rê gihiştin Efrînê.
Li Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a mêtînger berxwedan di roja 17’an de ye.
Li dijî êrîşan her roja diçe nerazîbûn zêde dibe, duh ji herêma Cizîrê bi hezaran kes li ser banga TEV-DEM’ê ber bi Efrînê ve ketin ser rê. Bi hezaran kesên Kurd, Êzidî,Ereb, Suriyan ên ji herêma Cizîr, Şengal ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê îro ji herêma Firat û Minbicê jî tevlî bûn.
Ev gelê ji bo li dijî êrîşên dagirkirin û piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê ketin ser rê di van kêliyan de gihiştin Efrînê. Welatiyên Efrînê ji saetên şevê ve ji bo pêşwazîkirina gel daketine kolanan.