Artêşa Tirk êrîşî goristanê dike
Artêşa Tirk a dagirker ku di êrîşên li ser Efrînê de têk çû, êrîşî ‘Goristana Şehîd Seydo’ a li Cindirêsê dike.
Artêşa Tirk a dagirker ku di êrîşên li ser Efrînê de têk çû, êrîşî ‘Goristana Şehîd Seydo’ a li Cindirêsê dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidesxistin, artêşa Tirk a dagirker ‘Goristana Şehîd Seydo’ a li gundê Kefer Sefre ya navçeya Cindirês a Efrînê topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên derbasbûyî de jî êrîşî heman goristanê kiribû.
Hate hînbûn ku artêşa Tirk a dagirker dibistana gundê Meydankê yê navçeya Şera jî topbaran dike.