'Kes nikare destê xwe dirêjî axa me bike'

Fermandara Tabûra Çekên Giran a YPJ'ê û yekemîn bikarhênera hawanê ya Şoreşa Rojava Rûbar Qamişlo got, "Çawa ku me ew destê dirêjî Kobanê bû anîn xwarê, li Efrînê jî em ê heman tiştî bikin."

Fermandara Tabûra Çekên Giran a YPJ'ê Rûbar Qamişlo got, "Efrîn, Kobanê û Cizîr yek e" ji rejîmên Tirkiye, Îran, Sûriye û her kesî re got, "Kes nikare destê xwe dirêjî axa me bike. Kes nikare destê xwe dirêjî xwîna hevalên me yên şehîd bike. Ji bo hevalên xwe yên şehîd em ê sînoran ji holê rakin."

Fermandar Rûbar Qamişlo ji ANF'ê re axivî û destpêkê qala serpêhatiye xwe kir: "Piştî ku YXK ava bû tevlî bûm. Ji pêngava Serêkaniyê ve min cihê xwe di pêngavên Tile Elo, Memrûka, Minbic, Til Hemîs, Kobanê, Şengalê, Reqa, ya nî di hemû pêngavên Rojava de cih girt. Niha jî di pêngava Dêra Zorê de cih digirim.

SÊ QONAXÊN YPG'Ê

Di nava şoreşê de YPG ji nava sê qonaxan derbas bû. YXK, YPG û QSD. Di qonaxa YXK'ê de derfet kêm bûn. Bi komên biçûk me bajarok, gund û taxên bajaran diparastin.

Gav bi gav ev komên biçûk mezin bûn û piştre YPG ava bû. Bi konferansê re YPG êdî veguherî sîstemeke leşkerî. Hejmar û derfet zêde bûn. Sala 2013'an bi pêngavên Til Hemîs û Ceza re YPG bi lez mezin bû û bi pêş ket. Her pêngava dest pê kir û her bajarê hate rizgarkirin bi xwe re guhertin anî. Ji sala 2013'an heta 2015'an, dema qonaxa duyemîn bû.

Ji sala 2015'an û vir ve jî qonaxa sêyemîn dewam dike. Yanî rizgarkirina herêma Cizîrê, Minbicê, Reqayê û niha jî Dêra Zorê. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Her gav bingehê ji gaveke din re amade dike.

DI HEMÛ QONAXAN DE YPJ HEYE

Bêguman di hemû qonaxa de YPJ jî heye. Dema ku mirov ji pêvajoya sala 2013'an û vir ve dinerin, dibînin ku pêşketina herî mezin ji aliyê YPJ'ê ve hatiye kirin. Ji komên biçûk heta tîm, tabûr û niha jî tûgayê xwe birêxistin dike. Di nava van de yekîneyên çekên giran, sûîqestê, sabotaj û çapemeniya xwe hene. Ev sîstem bi dîsîplîn bi rê ve diçe."

Li ser bikaranîna çeka hawanê ku çekek giran e Rûbar Qamişlo got, "Di dema pêngava Til Hemîsê de em li gundekî hatibûn dorpêçkirin. Min dît ku her kes li bendê bû hawan bê avêtin. Taybetmendiyeke min e; li ku karekî zehmet hebe, timî dixwazim biceribînim. Di dibistanê de jî min beşa zehmet hilbijart. Beşa mekanîk. Li nava YPJ'ê jî min dît ku kes xwe nêzî hawanê nake. Tenê mêr vî karî dike. Ji ber ku pêwîstî bi hêza fîzîkî hebû, hevalên jin nedixwestin bikin. Di pêngava Til Hemîsê de min biryara vê yekê da. Ji xwe Şehîd Seydo wasiyet dabû. Navê çend hevalên YPJ'î dabû û xwestibû ew vê çekê dewr bigirin.

Rast e, pêwîstî bi hêza fîzîkî heye, lê em heq jê derdikevin. Di nava YPJ'ê de niha tabûrên me yên hawanê hene. Ev çar sal in weke yekîneya hawanê em di nava pêngavan de cih digirin. Şengal, Hol, Şedadê, Minbic, Reqa, Tebqa û niha jî di pêngava Dêra Zorê de weke tabûra xweser a YPJ'ê em cihê xwe digirin. Bi rengekî serketî em bi rola xwe radibin."

'HETA KU ŞERVANEKE/Î TENÊ YÊN YPJ/YPG BIMÎNE WÊ TIRKIYE NIKARIBE DEST BIAVÊJE AXA EFRÎNÊ'

Li ser êrîşkariya dewleta Tirk a li Efrînê, fermandar Rûbar Qamişlo got, "Dewleta Tirk di dema pêngava rizgarkirina Reqayê de bi balafiran êrîşî Şengalê û Qereçoxê kir. Şengal û Qereçox wê ti carî nayên jibîrkirin. Em nesekinînin û me Reqa rizgar kir. Me berê xwe dan Dêra Zorê û niha hindik maye bê rizgarkirin. Ew niha êrîşî Efrînê dike. Bila Tirkiye bi vê zanibe; Çawa ku hewl da destê xwe dirêjî axa Kobanê bike û me ew dest danî xwarê, em ê axa Efrînê jî jê re nehêlin. Heta ku şervaneke/î tenê yên YPJ/YPG'ê bimîne, wê Tirkiye nikaribe destê xwe dirêjî axa Efrînê bike. Efrîn, Kobanê û Cizîr yek in. Ne tenê Tirkiye bila rejîmên Îran û Sûriye, bila her kes zanibe; kes nikare destê xwe dirêjî vê axê bike. Kes nikare destê xwe dirêjî xwîna hevalên me yên şehîd bike. Ji bo hevalên xwe yên şehîd em ê hemû sînoran rakin."