QSD’ê bîlançoya roja 18’an eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekî nivîskî bîlançoya roja 18’an a ‘Berxwedana Efrînê’ eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekî nivîskî bîlançoya roja 18’an a ‘Berxwedana Efrînê’ eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya îro ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku îro 9 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin, li aliyê din wesayîta tîpa BMB hatiye rûxandin.
Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:
BILBILÊ
Gundê Çele ji duh saet 03:00` şev rastî topbaraneke dijwar hat. Topbaran çend saetan dewam kir. Artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadî di saet 23:00`an de hewl dan di aliyê gundê Şêxruzê de bi pêş ve werin. Hêzên me bersiv dan û li herêmê şerekî heta saetên sibê dewam kir. Hêzên me derbeyên giran li dijmin xistin û erebeyeke leşkerî ji cûreya BMB bi temamî rûxandin.
CINDIRÊSÊ
Balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirkiyê di saet 11:00`an de li herêma Cindirêsê û taybet li gundê El-Mehmediye geriyan. Her wiha heman balafiran sê tiştên reş, li nêzî noqteyên komên cîhadî li ser sînor avêtin, lê nehat naskirin ew tiştên biyanî çi ne.
Di saet 11:00`an de artêşa Tirk bi awayekî dijwar gundê Dîr Belot topbaran kir. Her wiha artêşa Tirk gundê Sindiyaka topbaran kir.
ŞIYÊ
Yekîniyeke me yê sekvan li derdora Girê Îzayê çalakiyek lidar xist û di encamê de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Di heman demê, hêzên me çalakiyek li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Girê Îzayê lidar xistin û di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di saet piştî 13:00`an de artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadî hewl dan ber bi gundê Hec Bîlal ve werin. Hêzên me bersiv dan û li herêmê heta niha şer dewam dike. Di heman demê de, artêşa Tirk ji Reyhanlî gundên Çeqela di saet piştî nîvro topbaran kir. Heta niha topbaran dewam dike.
RACO
Navenda herêma Raco careke din rastî topbaraneke dijwar hat. 8 top li herêmê ketin û heta niha topbaran dewam dike.