Ji saziyên mirovî ji bo şandina koçberên Sûriyeyî hişyarî

Konseya Alîkariya Penaberan a Norwêcê û CARE International jî di nav de gelek saziyên sivîl di derbarê penaberên ji Sûriyê raporek amade kirin û di raporê de têkildarî bi zorê şandina penaberan hişyarî hate kirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku ji 2017'an ve hin welat penaberên ji Sûriyê paşde dizîvirênin. Hate ragihandin ku di sala 2016'an de hejmara penaberên paşve hatine şandin 560 hezar kes bûn û di sala 2017'an de ev hejmar bû 721 hezar.

Di raporê de bal kişandin ser şerê li Sûriyê û her wiha hat hişyarkirin ku îsal jî wê 1,5 mîlyon ji cih û warê xwe bibin. Li gorî raporê îsal kesên cihê xwe biterikînin wê 3 caran ji ya par zêdetir bibe.

Di raporê de hate destnîşankirin ku beşeke mezin a penaberan hê li welatên weke Libnan, Urdun û Tirkiyê ne. Her wiha bal kişandin ser ku di demên dawî de zexta li ser penaberan li van welatan zêde bûye, ji sînor bi zorê paşde zîvirandin dibe û welatên mijara gotinê penaberan ji welatê xwe dikin der.

Di raporê de wekî din hate destnîşankirin ku Sûriye taybet ji bo penaberên zarok ne guncaw e.

Herî dawî di rojên derbasbûyî de HRW di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên ewlekariya Tirkiyê li sînor êşkencê li penaberan dikin û paşde dizîvirînin, hin kesan jî gulle bera ser wan didin û wan bi vî awayî mecbûrî paşde vegerandinê dikin.