QSD`ê bîlançoya roja 17`an Efrînê eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şer û çalakiyên roja 5`ê Sibatê ya 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê eşkere kir.

Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer û çalakiyên roja 17’an eşkere kir. QSD’ê ragihand ku herî kêm 17 leşker hatine kuştin û 2 tank jî hatine rûxandin.

Di daxuyaniyê de li gorî herêman ev agahî hatin parvekirin.

ŞIYÊ

 Li derdora gundê Bîlal artêşa Tirk a dagirke û komên cîhadî hewl dan bi pêşve werin. Hêzên me bersiv dan û li herêmê şerekî dijwar rû da. Di encamê de hêzên dagirker bi paş de reviyan. Paşê, li derdora gund di encama operasyona paqijkirinê de gelek dagirker hatin kuştin û hate tekezkirin ku herî kêm 8 leşker hatin kuştin.

RACO

 Artêşa Tirk a dagirker gundê Xelîla bi çekên giran topbaran kir. Her wiha artêşa dagirker navenda herêmê bê serûber topbaran kir.

BILBILÊ

Tîma Bagera YPJ`ê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin. Di encamê de çalakî bi encam bi dawî bû û 4 leşker hatin kuştin û gelek leşkerên din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadî gundê Coleqa bi çekê giran bê serûber topbaran kir. Di encamê de 3 malên welatiyan hatin rûxandin.

Li girê gundê Bêkê jî di saet 11:00`an de hêzên me çalakiyek lidar xistin û di encamê de tangek hate rûxandin û leşkerên têde hemû hatin kuştin.

Her wiha yekîneyeke me kombûneke leşkerên artêşa Tirk a dagirker li girê gundê Bêkê, kir armanca xwe. Di encamê de herî kêm 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

ŞERA

Hêzên me kombûneke leşkerên artêşa Tirk û komên cîhadî li derdora gundê Qestel Cindo bi fûzeyekê kirin hedef û lêxistin.

Artêşa Tirk a dagirker û komên cîhadî ku nikaribûn bi pêşve werin, di saet piştî 14:00`an de êrîşî gundê Dîkmedaş û girê wê kirin. Hêzên me yekser bersiv dan û li herêmê heta niha şerekî dijwar dewam dike.

CINDIRÊS

Li derdora gundê Hesîrka hêzên me çalakiyek lidar xistin û di encamê de tangekeke artêşa Tirk a dagirker hate rûxandin.