Cenazeyê şehîd Mihemed Hemo hate veşartin

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Hemo (Dilbiwîn) ê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Welatiyên Kantona Kobanê cenaze ji nexweşxaneya leşkerî ya Kobanê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyê şehîd û al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyê hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina keşkerî ya ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Li ser navê Fermandariya YPJ‘ê Bêrîtan Farqîn û Hevseroka Meclîsa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî axivîn. Axaftivanan ji malbata şehîd re sersaxî xwestin.

Di axaftinan de hate gotin ku gelê Bakurê Sûriyê piştgiriyê didin berxwedana Efrînê û soza şopandina xeta şehîdan da.

Her wiha di dewama merasîmê de, nasnameya şervana YPJ‘ê Fedîle Mihemed ku li Berxwedana Serdemê de şehîd bibû jî hate eşkerekirin.

Piştî ku nasnameya şehîd radestî malbatê hate kirin û şûnde cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.