Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: 148 sivîl hatin kuştin
Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê da xuyakirin ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û komên terorê yên pê ve girêdayî, 148 sivîl şehîd bûne û 365 sivîl jî birîndar bûne.
Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê da xuyakirin ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û komên terorê yên pê ve girêdayî, 148 sivîl şehîd bûne û 365 sivîl jî birîndar bûne.
Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Encela Reşo bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk 26 jê zarok, 17 jê jin heta niha 148 sivîl şehîd bûne.
Encela Reşo bal kişand ser wê yekê ku hê hin sivîlên di binê enqazan de mane hene û ew bi çarenûsa wan nizanin.
Di daxuyaniyê de Encela Reşo da zanîn ku 55 jê jin, 40 jê zarok 365 sivîl birîndar bûne.
Wekî din diyar kir ku ew ê nasnameya welatiyên şehîd û birîndar bûne bi belgeyan di dema pêş de ji raya giştî re ragihînin.