Gelên Bakurê Sûriyeyê li Efrînê ne: Wahid eş-şaab Suriyê wahid

Bi deh hezaran kesên pêr ji Şengal û herêmên Cizîr, Firat û herêmên cuda yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bir ê ketin, duh êvarê gihîştin Efrînê. Îro li navenda Efrînê mîtîngeke bi heybet li dar xistin. Girseya gel berê xwe da Cindirêsê.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên El Qaîdeyê, welatiyên Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Çerkes û nûnerên gelên din ên li bajarên cuda yên Rojava/Bakurê Sûriyeyê gihîştin navenda Efrînê. Girseya gel amadekariyan dike ku berê xwe bide navçeya Cindirêsê.

Bi tevlîbûna gelê Efrînê re hejmara xwepêşandêran bû sed hezaran. Girseya gel di mîtîngê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrinê", "Me li ber xwe da em ê li ber xwe bidin" û "Wahid, Wahid, Wahid eş-şaab Suriyê wahid (Yek e, yek e, yek e gelên Sûriyeyê yek e)" û "Kujer Erdogan" qîriya. Piştî mîtîngê girseya gel wê biçe navçeya Cindirêsê.

Ji 7 heta 70 salî welatiyên ji gelên Bakurê Sûriyeyê û Şengalê tevlî meşê dibin.