Cenazeyê şehîdê QSD`ê Akîf hate veşartin
Welatiyên navçeya Eyn Îsa û Reqayê, cenazeyê şervanê QSD` Elî Silêman ê li Reqayê şehîd bibû, Goristana gundê Hikumî veşartin.
Welatiyên navçeya Eyn Îsa û Reqayê, cenazeyê şervanê QSD` Elî Silêman ê li Reqayê şehîd bibû, Goristana gundê Hikumî veşartin.
Bi sedan welatiyên Reqa û Eyn Îsa, piştî wergirtina cenazeyê şervanê QSD`ê Elî Silêman(Akif) ê ku li Reqayê şehîd bibû, ji nexweşxaneya Girê Spî wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan goristana gundê Hikumî ya Eyn Îsa.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin. Paşê, ji Fermandarên QSD`ê Mihemed Ebû Leyla axivî û da zanîn ku heta şervanek hebe ew ê parastina Efrînê û hemû axa Bakurê Sûriyê bikin.
Piştre jî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd bi dûrişme û tilîliyên dayikan ve hate veşartin.