Meşvanên Efrînê gihiştin Cindirêsê

Gelê ku ji herêmên Cizîr û Firatê ji bo Efrînê ketibûn rê, îro gihiştin navçeya Cindirêsê.

Gelê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker derbasî eniya berxwedanê bûyîn, ji aliyê bi hezaran welatiyên Cindirêsê ve hatin pêşwazîkirin.Bi deh hezaran kes roja 4’ê Sibatê ji herêma Cizîr û Firatê ber bî Efrînê ve derketibûn qadan. Îro bi deh hezaran kes ji bo derbasî eniya qela berxwedanê ya Cindirêsê bibûn ketibûn ser rê.

Gelê ku ji navenda bajêr hatibûn li navçeya Cindirêsê ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.