Şervanên YPG/YPJ'ê wesayiteke BMB li Bilbilê teqandin

Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê didome. Li navçeya Bilbilê ya Efrînê wesayiteke bi tîpa BMB a artêşa Tirk a dagirker hate teqandin. Şerê li gundê Şêxurze jî didome.

Li navçeya Bilbilê ya Efrînê, şervanên YPG/YPJ'ê wesayiteke bi tîpa BMB a artêşa Tirk a dagirker teqandin. Li gundê Şêxurzê di anvbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerê dijwar diqewime.

Çavkaniyên YPG'ê ragihandin ku îro li girê Qestelê, gundên Dîkmetaş û Alaqina yên navçeya Şerayê 50 leşker û çeteyên Tirk hatein kuştin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku li bejahiya gundê Dîkmetaşê 35 çeteyên artêşa azad û leşkerên Tirk, li Alaqinayê 10, li girê Qestelê jî 5 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.