ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk zarokê 5 salî qetil kir
Li navçeya Mabetayê ya Efrînê zarokê 5 salî yê bi navê Îbrahîm Reşîd Reşîd di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin. -
Li Efrînê meşa li dijî dagirkeriyê dest pê kir
Meşa li dijî êrîşên dagirkeriyê ya li ser gelê Efrînê dest pê kir. -
Gelê Minbicê dewleta Tirk protesto kir
Gelê Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Efrînê û bombekirina karwanê sivîlan bi meşekê protesto kir. -
Balefirên artêşa Tirk Cindirês û Şerayê bombebaran dikin
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda herêma Cindirêsê û gundê Erebwêran yê navçeya Şerayê dibarîne û li aliyê din jîngehên sivîlan dike hedef. -
Fermandara YPJ’ê Destîna Kobanê: Em berxwedana gelê Efrînê slav dikin
Fermandara YPJ’ê: Li vir helwesteke vînê heye ku ev ji mehekê zêdetir e didome. Ji eniyê ta bi kuçeyê, ji leşkerî ta bi gel ev wiha ye. Ez gele Efrînê ji ber berxwedaniya wê ya mezin a ya li dijî vî şerê dûrî exlaq slav dikim. -
‘Efrîn welatê şehîd û şoreşgeran e’
Evdî Baskî yê Efrînê ku merasîma cenazeyên şervanên şehîd ên Şoreşa Rojava organîze dike dibêje, ‘’Efrîn diyarê şehîd û şoreşgeran e. Dewleta Tirk ti caran wê nikaribe vîna Efrîniyan bişkîne ku ji bo rûmeta xwe şer dikin.’’ -
Prof. Dr. Trabert: Divê bi lezgînî deste alîkariyê mirov bide Efrînê
Heftiya bihurî Serokê Dijberê Hejariyê û Rêxistina Xizmetê ya Tenduristiyê ya Elman Prof. Dr. Gerhard Trabert ku ji Rojava vegeriyayî banga alîkariya lezgîn kir. -
Di Berxwedana Serdemê de eniya paş: Komun
Di Berxwedana Serdemê ya li dijî hewldana dagirkirina dewleta Tirk de li Efrînê eniyeke paş heye; Komun. Ev komun ku şaneya damezirîner a şoreşê ne niha jî weke motorê berxwedanê, berxwedana civakî û hevgirtinê dihone. -
Artêşa Tirk êrîşî gundê Kefersefrê ya Cindirêsê dike
Artêşa Tirk a dagirker, bi balafirên kobra bombe li ser gundê Kefersefrê ya girêdayî navçeya Cindirês a Efrînê barand. -
Cenazeyê 13 şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Welatiyên herêma Ebû Xeşeb a girêdayî Dêra Zorê, cenazeyên 13 şervanên QSD`ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê veşartin. -
‘Armanc têkbirina projeya yekîtiya gelên Sûriyeyê ye’
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser têkildarî êrîşên hov ên dewleta Tirk a li ser karwanên ji bo piştgirî bidin Efrînê ketibûn ser rê daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kir. Bang li KE, NY û hiqûqa navneteweyî hate kirin ku erka xwe pêk bînin. -
MSD: Divê civaka navneteweyî li hember hovîtiya artêşa Tirk raweste
MSD’ê bi daxuyaniyekê êrîşên hovane yên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser karwanê gelan ê ji bo piştgirîkirina Berxwedana Serdemê berê xwe dabûn Efrînê şermezar kir û banga rawestandina êrîşên hov ên dewleta Tirk kir. -
QSD: Di 24 saetên dawî de 36 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin
QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî yên li Efrînê ragihand û destnîşan kir ku di rojekê de 36 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin, gelek leşker û çete jî birîndar bûne. -
Li Cindirês û Racoyê şerê giran diqewime
Li navçeyên Cindirês û Raco yên Efrînê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk û çeteyê wê de şerê dijwar rû didin. Artêşa Tirk li ser gundên Şerayê êrîşa hewayî kir, top li gundê Mabatayê jî tê barandin. -
QSD’ê nasnameya 4 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameya 4 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. -
Gelê Qamişlo êrîşa li ser sivîlan protesto kirin
Gelê Qamişlo, êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser konvoya sivîlan protesto kir. Berxwedana Serdemê hate silavkirin. -
YPG’ê nasnameya 10 şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 10 şervanên xwe yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Derwîş: Em amade ne ax û gelê xwe ji êrîşan biparêzin
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bal kişand ser zêdebûna gefên Tirkiyeyê yên li Minbicê dixwin û destnîşan kir ku li dijî her şêwe êrîşan ew amade ne gel û axa xwe biparêzin. -
Sivîlên ku ji komkujiya artêşa Tirk rizgar bûn axivîn
Sivîlên ku ji bo destekê bidin Berxwedana Serdemê ji gelek bajarên Bakurê Sûriyeyê bi rê ketin, lê li pêşiya Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin bombekirin, li herêmên ewle yên Efrînê bi cih bûn. Sivîlan qala êrîşa li wan hate kirin, kirin. -
Welatiyê Efrînê ku ji komkujiya Cilbirê sax filîtî axivî
Dewleta Tirk 21’ê Çile li gundê Cilbirê li hewşiya mirîşan dan. Xalid Rehmano ku ji komkujiyê filîtî got zarokê biçûk ê malbateke Minbicî hembêz kiriye û ew zarok di hembêza wî de miriye. -
Gelê Efrînê Berxwedêrên Serdemê veşartin
14 şervanên QSD’ê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Avesta Xabûr hatin veşartin. -
YPG'ê li girê çete lê civiyabûn xist; va ye dîmen
Şervanên YPG/YPJ'ê li girekî Şiyê ku leşkerên Tirk ên dagirker û çeteyên wan lê civiyabûn xist. Dîmenê vê çalakiyê ji aliyê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ve hate weşandin. -
Heyfa ji bîr neke û zeytê li birînên Barînê bide!
We sêvên Basûtê bihistine? Na, bawer nakim, şimikên Heyfa di nav xwînê de mane li kuçeyan.. Binere, navê te li ser ajansan e Heyfa! -
Va ye dîmenê konvoya sivîl a ku bû hedefa bombeyên dewleta Tirk
ANF'ê dîmenên konvoya sivîl a ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin bi dest xist û dezenformasyona "li wesayitên leşkerî hate xistin" eşkere kir. Di dîmen de tê dîtin ku ji ber bombe û parçeyên şarapnelê wesayitên sivîlan parçe bûne. -
YPG'ê dîmenê wesayita li Şerayê hate rûxandin weşand
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenê wesayita ku duh li navçeya Şera ya Efrînê hate rûxandin weşand.