Gelê Efrînê Berxwedêrên Serdemê veşartin

14 şervanên QSD’ê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Avesta Xabûr hatin veşartin.

14 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, li Efrînê bi tevlêbûna bi 10 hezaran kesî hatin veşartin.

Bi deh hezaran kes darbestên şervanên QSD’ê ji Nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê rakirin û bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Bijî Serok Apo’ birin heta bi Goristana Şehîd Avesta Xabûr.

Li goristanê axaftin hatin kirin û hate gotin gelên Bakurê Sûriyê ti caran wê dagirkeriyê qebûl nakin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê li ber xwe bidin.

Piştî axaftinan 14 şervanên YPG’ê spastin axê.