Cenazeyê 13 şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmeke heybet hatin veşartin

Welatiyên herêma Ebû Xeşeb a girêdayî Dêra Zorê, cenazeyên 13 şervanên QSD`ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Ebû Xeşeb a Dêra Zorê ji bo merasîma cenazeyên şervanên QSD`ê Cuma El-Esker (Şahîn), Besam Sultan (Welat), Tamir El-Casim (Ferhan), Yasîn Tah El-Hac(Ebû Fehid), Haris Casim(Sefah), Hesen Ehmed (Murad), Ebd Mecîd Ehmed (Nimir), Mihemed Emîn Hemîd (Umer), Mihend Elîo (Dilsin), Yasir El-Ewad(Sîpan), Îbhrahîm El-Ebd (Ciwan), Kemal Xalid(Zên Firat) û Îbrahîm Zeke (Îbrahîm) ên ku di 16`ê Sîbatê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê kom bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên QSD û Hêzên Erka Xweparastinê ve hate destpêkirin. Piştre li ser navê Komîteya Ciwanan a Dêra Zorê, Buroya Jinê ya Dêra Zorê û Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîdên re hate xwestin û soza şopandina rêya wan hate dayîn.

Axaftvanan bal kişand ser berxwedana li Efrîn û Dêra Zorê tê kirin di heman demê de li dijî dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ye. Axaftvanan bibîr xist kû wê yekîtiya gelan a herêmê bi ser bikeve.

Piştî axaftinan, nasameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de,cenazeyên şehîdan bi dûrişmeyên ‘Şehîd namirin’ hatin veşartin.