QSD: Di 24 saetên dawî de 36 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin

QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî yên li Efrînê ragihand û destnîşan kir ku di rojekê de 36 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin, gelek leşker û çete jî birîndar bûne.

Navenda Ragihand û Çapemaniyê ya QSD‘ê bi daxuxyaniyek bîlançoya 24 saetên dawî yên şerê li Efrînê diyar kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

ŞERA: Hêzên me duh êvarî, li derdora gundê Dêr Sewa li dijî wesayîtek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke lidar xist. Di encamê de wesayît hate rûxnanbdin û kesên têde hatin kuştin.

Di heman demê de gundê Şerayê bibû hedefa balafirên şer ên dagirkeriya Tirkiyê.

Hêzên me li gundê Dêr Sewan yek ji serçeteyên Sûltan Mûrad bi navê Hesen El-Ehemd ku bi navê Babo Elî tê nasîn kuştin.

Balafirên artêş Tirk a dagirker şevê din ji saet 08:00 heta 09:00 gundê Meryemîn bomberdûman kirin.

Hêzên me şevê din li gundê Elaqîna alaveke leşkerî ya dagirkeriya Tirkiyê kirin hedef û rûxandin.

MABATA (EL-MEBETLÎ): Artêş Tirk a dagirker ji duh ve gundên Sara, Şeytana û girên derdora wê yên navçeya Mabata bomebe dike, di heman demê de şer di navbera hêzên me û artêşa Tirk û çeteyên wê de derket.

RACO: Hêzên me çalakiyeke li dijî nuqteyteke leşkerî ya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê lidar xist. Di encamê de nuqteya wan bi temamî hate rûxandin û hejmareke mezin ji leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û rêjeyek çek û cebilxane û lojîstîk ketin destê şervanên me.

Ji vê sibê ve li derdora gundê Moskayê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şer qewimî. Şer heta amadekirina vê raporê jî didome, di heman demê de top li ser gund dibarîne.

ŞERA: Tevahî gundên derdora Şêrawa bi balafir û çekên giran hatin hedefkirin û hate lêxistin. Artêşa Tirk û çeteyên wê kerwanê sivîlên ku ji bo piştgiriyê hatin Efrînê, kirin hedef û lêdan. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Dîmenek din ji hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî nirxên mirovahiyê û exlaqê derket; Welatiyekî sivîl ê Efrînê dema terektora xwe ji artêşa dagirker û çeteyên wê dixwest, bi awayekî hovane ji aliyê çete û leşkeran ve hate qetilkirin.

BAJARÊ EFRÎNÊ: Ji beriya çend rojan ve bi armanca ku gel werin koçberkirin, artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran bajarê Efrînê topbaran kirin. Şevê din gelek top li bajar û navçeyên wê ketin.

ŞIYÊ (Şêx Hedîd): Hêzên me li gundê Hîcê li dijî nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê çalakiyeke lidar xist. Di encamê de nuqte bi temamî hate rûxandin û 8 çete hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên taybet 36 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê hatin kuştin û 16 leşker û çete jî birîndar bûne.”