Prof. Dr. Trabert: Divê bi lezgînî deste alîkariyê mirov bide Efrînê

Heftiya bihurî Serokê Dijberê Hejariyê û Rêxistina Xizmetê ya Tenduristiyê ya Elman Prof. Dr. Gerhard Trabert ku ji Rojava vegeriyayî banga alîkariya lezgîn kir.

Heftiya bihurî Serokê Dijberê Hejariyê û Rêxistina Xizmetê ya Tenduristiyê ya Elman Prof. Dr. Gerhard Trabert ku ji Rojava vegeriyayî banga alîkariya lezgîn kir. Trabert got heta niha ji 200 kesî zêdetir sivîlî jiyana xwe ji dest daye û got pêdivî bi her cure malzemeyên tenduristiyê hene.

Rêxistina Dijberê Hejariyê û Xizmeta Tenduristiyê li Elmanya yek ji wan rêxisitna civaka sivîl a navdar e. Serokê komeleyê Grabert jî ev demek e li ser Rojava disekine.

Trabert ku çûyî Rojava û xizmetên tenduristiyê şopand heftiya bihurî ji bo ku biçe Efrînê ku êrîşa dewleta Tirk li ser heeye bi rê ketibû. Prof. Dr. Trabert ku heta bi Minbicê çûyî, got çûyina wî ya Efrînê hatiye astengkirin û dîsa li Elmanyayê vegeriya.

Mirovên zaynar ê Elman ku çavdêriyên xwe yên herêmê ji ANF’ê re vegot, wiha pê de çû: ‘Gotin rejîma Şamê destûr nade ku biyanî biçine Efrînê, ji ber ku di van şertan de Efrîn ne ewle ye’. Trabert dibêje ji bo ku pêdiviya tenduristiyêya gelê Efrînê 5 hezar Euro daye hev û 50 kîlom derman û bi domdarî got:

‘’Beriya ku dest bi rêwitiyê bikim gotine min pêdiviya me bi antîbiyotîk, êşbir, derziya tetanosê û her cure malzemeyên tenduristiyê heye. Lê ji bo ku ez negiham Efrînê ez xeyalşikestî bûm. Ez çûme nexweşxaneyeke Minbicê. Min agahî ji wan kesan stand ku xizmeta tenduristiyê didan û min hin birîndar dîtin ku ji Efrînê dihatin. Hemşîreya ku ji Efrînê hatibû, got 300 birîndar hene, di nav wan de piranî jê zarok û jin 180 sivîl hene.’’

 ‘LI EFRÎNÊ PÊDIVÎ BI BER CURE MALZEMEYA TENDISRUTIYÊ HEYE’

Trabert got li gelek nexweşxaneyên Minbicê malzmeyên tenduristiyê nîn in û got, ‘’Niha li Efrînê 200 kes ji ber êrîşên dewleta Tirk en li ser Efrînê birîndar bûne. Şevê dî ji hevalekî xwe yê doktor ê Kurd min agahî wergirt. Li Efrînê niha pêdivî bi her cure malzemeyên tenduristiiyê heye.’’

Prof. Dr. Gerhard Trabert got, li Efrînê li ber çavê dinyayê bi bêdengî mirovên sivîl têne kuştin û wiha bang li welatên Ewropa û qada navnetewî kir: ‘’Divê ambargoya çekan li ser Tirkiyê were danîn. Ji bo ku ev şerê Erdogan bi dawî bibe û dawî li mirina sivîlan were divê hewldanên girîng bibin. Herî girîng jî divê saziyên alîkariyê yên navnetewî bi lezgînî biçine Efrînê.’’