QSD’ê nasnameya 4 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameya 4 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 4 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê ragihand. QSD’ê sersaxî ji gelê Kurd û malbatên şehîdan re xwest.

QSD’ê têkildarî şehadeta 4 şervanên xwe ev agahî parvekir;

“Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêma Efrînê bênavber didome. Li beramberî van êrîşan şervanên me mehek zêdetire berxwedanekî bê hempa dikin. Li hember komkujiyên Erdogan ên li dijî gelê Efrînê jî, civaka navneteweyî jî hê bêdeng e.

Di berxwedana Serdemê de 4 şervanên me ku fedekarî şer û axa welatê xwe parastin, şehîd bûn. Em soza şopandina rêya şehîdên xwe didin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin.

Nasnameyên têkoşeran wiha ne:

Nasnav: Lezgîn Botan

Nav û Paşnav: Mihemed Toner Tonc

Navê Dayîkê: Narîman

Navê Bav: Şêxmûs

Dema Şehadetê: Efrîn (gundê Hec Bilêl ê Şiyê)-Sibata 2018′an

***

Nasnav: Mizgîn Botan

Nav û Paşnav: Guneş Êtmîş

Navê Dayîkê: Hediye

Navê Bav: Korkîn

Dema Şehadetê: Efrîn (gundê Diraqliya yê Şera)-Sibata 2018′an

***

Nasnav: Cûdî Botan

Nav û Paşnav: Idrîs Ecar

Navê Dayîkê: Gulbire

Navê Bav: Şeref

Dema Şehadetê: Efrîn (Cindirs)-Sibata 2018′an

***

Nasnav: Yîlmaz Çiya

Nav û Paşnav: Îsmet Hesen

Navê Dayîkê: Nayle

Navê Bav: Mustefa

Dîroka Jidayikbûnê: Girê Spî/1988

Dema Şehadetê: Efrîn (gundê Diraqliya yê Şera)-Sibata 2018′an "