MSD: Divê civaka navneteweyî li hember hovîtiya artêşa Tirk raweste

MSD’ê bi daxuyaniyekê êrîşên hovane yên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser karwanê gelan ê ji bo piştgirîkirina Berxwedana Serdemê berê xwe dabûn Efrînê şermezar kir û banga rawestandina êrîşên hov ên dewleta Tirk kir.

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), destnîşan kir ku divê gelên Sûriye yekîtiya xwe ava bike da ku xaka Sûriye parçe nebe. MSD’ê bal kişand ku êrîşên dewleta Tirk qanûnê navdewletî binpê dike.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Artêşa Tirk a dagirker bi hemû çekên giran êrîşên xwe yên li ser bajarê Efrînê û gundewarên wê didomîne, lê dîsa jî bi têknîka xwe ya herî pêşketin nikare vîna gelê Efrînê û berxwedana lehengî ya hêzên me têk bibe. Êdî faşîza Tirkiyê têkçûyîna xwe li Efrînê û Sûriyê hîn bû ku berxwedana Efrîna leheng rê nade ku armancên xwe pêk bîne.

Piştî ku gelê me yê Sûriyê armanca Tirkiyê fêm kir ku êrîşên li ser Efrînê, di heman demê de êrîş li ser hemû gelên Sûriyê ye, li derdora vê berxwedana leheng kom bû, êdî hemû gelên Bakurê Sûriyê bi kerwanan herikîn vê Efrînê û piştgirî kirin. Di dîroka 22/02/2018‘an kerwanê gelê Bakurê Sûriyê ber bi Efrînê ve diherikî, Hevserokatiya Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk jî aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate bombebarankirin. Di encamê de, sivîlek ji bajarê Dêra Zorê şehîd bû, 12 sivîlên din jî yên ji herêmên Bakurê Sûriyê birîndar bûn û wesayîtek şewîtî.

Em wekî Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk vê kiryarî bi tundî şeremzar dikin û bang li civaka navdewletî û koalîsyonê dikin ku sînorekî ji hovîtiya Erdogan ê ku destekê dide terorê re deyne. Erdogan bi van êrîşan xwe xaka welatên cîranê binpê dike û hemû qanûnên navdewletî derbas dibe. Her wiha em bang li gelê Sûriyê dikin ku li hemberî êrîşên nemerd yekîtiya xwe xurt bikin û seferber bibin. Ji ber ku dagirkeriya Efrînê Sûriyê parçe dike û serdema Osamî li welatê me zindî bibe.

Em bang li Rûsiya Federal dikin ku derbarê buyerên li Efrînê rû dide, siyaseta xwe careke din ber çavan derbas bike û zextm li Tirkiyê bike da ku êrîşên xwe rawestîne.”