Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê, ragihand ku kirina hedef a welatiyên sivîl carekî din rûyê qirêj ê dewleta Tirk û qirkirina gelê Sûriyeyê dide nîşandan. Armanca van komkujiyan ew e ku projeya yekîtiya gelê Sûriye û têkbirina demokrasiya herêmê ye.
Di daxuyaniya aliyê Hevserokê Meclîsa Damezarîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm ve hate xwendin de ev tişt hate gotin:
“ Ev 35 roj in êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û terorîstên wê ya li ser Efrînê dewam dike, her roj li dijî sivîl û gelê Efrînê komkujiyên nû pêk tên.
Artêşa Tirk û bi çeteyên xwe ve 22’yê Sibatê bombe li ser wesayîta karwanê gelên ji herêma Cizîr, Firat ên ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ketibûn ser rêya Efrînê barandin.
Kirina hedef a welatiyên sivîl carekî din rûyê qirêj ê dewleta Tirk û qirkirina gelê Sûriyeyê dide nîşandan. Armanca van komkujiyan ew e ku projeya yekîtiya gelê Sûriye û têkbirina demokrasiya herêmê ye.
Di vê êrîşa hovane de welatê bi navê Salim Xelef El Xilêf ê ji Dêra Zorê şehîd bû û 12 welatiyên sivîl birîndar bûn. Dîsa di êrîşê de gelek wesayît şewitîn. Di encama topbarana heta saetên sibê dewam kir de rê nehat dayîn ku birîndar bê rakirina nexweşxaneyê û karwanê gelan xwe bigihîne Efrînê.
Wekî Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser û Sivîl a Bakurê Sûriyê em komkujiyên li ser gelê xwe şeremzar dikin. Her wiha em bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî kiriyarên dewleta Tirk û terorîstên wê jî şermezar dikin û bang li wan dikin ku biryarekî bide ku sûcdarên komkujiyan were cezakirin.
Em bang li Konseya Ewlekariyê, Neteweytên Yekbûyî (NY) û saziyên hiqûqî dikin ku di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê de civîneke awarte lidar bixe, êrîşan bidin rawestandin û komîteyeke ya lêpirsînê bidin destpêkirin.”